Zarokê ku bavê wî îşkence lê kir jiyana xwe ji dest da 2019-01-05 11:51:26   HATAY - Hat hînbûn ku li Îskenderûnê zarokê bi navê Mertcan Y. yê ku ji aliyê bavê xwe Mehmet Ali Y. bi giranî hat birîndarkirin, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.    Li Îskenderûna Hatayê di 2'ê Çileyê de zarokê bi navê Mertcan Y. ji ber ku sparteka xwe çê nekir bi şideta bavê xwe rû bi rû ma. Zarokê ku rakirin nexweşxaneyê û sê rojî hat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.