Berxwedana li dijî sir û sermaya zivistanê 2019-01-05 09:04:14   Lîlav Elî    ŞEHBA - Li Kantona Şehbayê bi sedan kes di kampan de bi cih bûne û bi hatina baranê li Şehbayê rewşa kesên ku di kampan de bi cih bûne dijwartir dibe. Berxwedana gelê li Şehbayê ya li dijî sir û sermaya zivistanê didome.    Piştî êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrînê bi hezaran kes li kampên Şehbayê bi cih bûn. Bi hatina zivistanê rewşa kesên li ku li kampan bi cih bûne dijwartir dibe. Di nava şertên zehmet de têkoşîna jiyanê didome.    'Em di nava şertên dijwar de berxwedana jiyanê didin'   Jina bi navê Emîne Elîko diyar kir ku niha ji ber şertên zivistanê ew pêvajoyek bi zehmet dijîn û wiha got:"Niha ji ber ku zivistane em di çadiran de bi zorê germ dibin. Ev rewş ji bo zarokan hîn zor e. Zarok dema ku derdikevin derve nexweş dikevin. Lê li hundur jî aciz dibin. Dema em li Efrînê bûn zivistanî li malên xwe em germ dibûn. Em di nava jiyanek aram de dijiyan. Lê ew jiyana me ya aram ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve hat bidawîkirin. Niha em di nava şertên dijwar de berxwedana jiyanê didin."   'Em ê her li dijî rewşa zehmet li berxwe bidin'   Nadiya Elî bi lêv kir ku jiyan her çiqas dijwar be jî ew têkoşîna xwe didomînin û wiha got:"Dema ku baran dibare û çadir di nava avê de dimînin em bi zehmetiyên mezin rû bi rû dimînin. Dewleta tirk jiyan li me herimand. Lê em ê hêviya xwe ya vegera Efrînê tu carî winda nekin. Dê Erdogan bi kiryarên xwe yên qirêj negihêje miradê xwe. Em ê her li dijî rewşa zehmet li berxwe bidin."   'Em zû zû serî natewînin û kêfa dijmin li xwe nînin'   Di heman demê de Delîle Cabo jî wiha hestên xwe anî ziman:"Bila Erdogan xeyalên vala neke. Dê ew ê tu carî di Efrînê de ji bo demek dirêj nemîne. Dê ji Efrînê bê derxistin. Kesên ku çav bera axa me da û dagir kir dê negihêje armanca xwe. Bi zehmetiyên hemû demsalan em têdikoşin. Em zû zû serî natewînin û kêfa dijmin li xwe nînin."