Elya El Îsa: Divê hemû gelên li Sûriyeyê li dijî dagirkeriyê serî hildin 2019-01-05 09:01:31   Sorgul Şêxo   HESEKÊ - Hevseroka Meclîsa Navçeya Xerayê a Çiyayê Kizwanan Elya Îsa geşedanên dawî nirxand. Elyayê got:"Divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn hêza xwe bikin yek û li hember dagirkeriyê serî hildin."    Bi armanca ravekirina geşedanên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin Hevseroka Meclîsa Navçeya Xerayê ya Çiyayê Kizwanan a girêdayî Bajarê Tiltemir a Kantona Hesekê, Elya Îsa got:"Li dijî dagirkerî û deshilatdariya dewleta tirk û alîkariyên wê hêz û îradeya mezin a gelên li Sûriyeyê dijîn girîng e. Di bin sîwana hêzek hevpar de em dikarin serî bi dagirkeran derxin."   'Gelê li Sûriyeyê xwedî îrade û dîrok in'    Elyayê diyar kir ku gelên li Sûriyeyê dijîn xwedî îrade û dîrok in û wiha got:"Gelê Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û hemû gelên li Sûriyeyê dijîn xwedî îrade û dîrokek kûr in. Bi hêz û îradeya xwe hemû gel dikarin li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê û alîgirên wê derkevin. Erdogan dixwaze hemû gelan ji nasname û dîroka wan dûr bixe. Divê em nehêlin ku ev yek pêk were. Em niha bi awayekî azad û wekhev dijîn û Erdogan vê yekê hezim nake. Piştî ku Çiyayê Kizwanan ji aliyê hêzên YPG/YPJ û QSD'ê ve hat rizgarkirin gelek sazî hatin avakirin. Jiyanek demokratîk û wekhev hat avakirin. Dewleta tirk dixwaze vê pergala wekhev têk bibe. Lê divê em destûrê nedin vê yekê."   'Yên ku çeteyan xwedî dikin diyar in'   Elyayê wiha dawî li axaftina xwe anî:"Çeteyên ku Erdogan lê xwedî derdikevin berî ku em ji aliyê YPG/YPJ û QSD'ê bên rizgarkirin, mal û mulkên me talan kirin. Yên ku çeteyan xwedî dikin diyar in. Em ê heta dawî xwedî li şehîdên azadiyê û doza xwe derkevin. Em ê nehêlin ku dewleta tirk a faşîst axa me dagir bike. Ew nikarin pirsgirêkên li Sûriyeyê çareser bikin. Ev pirsgirêk ancax ji aliyê gelên li Sûriyeyê bê çareserkirin. Divê hemû gelên li Sûriyeyê dijîn hêza xwe bikin yek û li hember dagirkeriyê serî hildin. Li dijî dagirkerî û deshilatdariya dewleta tirk û alîkariyên wê hêz û îradeya mezin a gelên li Sûriyeyê dijîn girîng e. Di bin sîwana hêzek hevpar de em dikarin serî bi dagirkeran derxin."