Malbatan ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2019-01-04 14:08:18   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên 3 girtiyên PKK'î yên li Îmraliyê, bi armanca biçin Îmraliyê bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya bûrsayê dan.    Xwişk û Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku 20 salin li Girtîgeha tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî Fatma Ocalan û Mehmet Ocalan û vasîse Ocalan Mazlum Dînç, bi armanca hevditinê bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Birayê Hamîlî Yildirim, Polat Yildirim, Birayê Omer Hayrî Konar, Ali Konar û Xwişka Veysel Aktaş Sabiha Aslan jî bi armanca li Îmraliyê bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Herî dawî birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan di 11'ê Îlona 2016'an de çûbû Îmraliyê. Ji wê demê hita niha bi tu awayî Agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin.