3 jinên siyasetmedar ên kurd bi ‘guman’ hatine kuştin! 2019-01-04 10:15:56   ŞIRNEX - Bi ser kuştina 3 siyasetmedarên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir re 3 sal derbas bû. Di dosyeya lêpirsîna der barê kuştina her sê siyasetmedaran hat destpêkirin de derket holê ku ji aliyê polîsên tîmên taybet ve li ser “gumanê” hatine kuştin.    Di qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopî ya Şirnexê di 4’ê çileya 2016’an de 3 siyasetmedarên jin ên kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir dema dixwestin derbasî taxek din bibin, ji aliyê maşîneya zirxî ve hatin gulebarankirin û ew kuştin. Bi ser kuştina her sê siyasetmedaran re 3 sal derbas bûn. Tevî ku sê sal derbas bû jî heta niha têkildarî kuştina lêpirsîna hatibû destpêkirin tu pêşketin pêk nehat.    Di encama 'Gumanê' de hatine kuştin   Kujerên her sê siyasetmedaran heta niha derneketine holê. Di lêpirsîna têkildarî kuştina Pakîze Nayir de hûrguliyek balê dikişîne ser xwe. Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve biryara “bêrayetî” hat dayîn. Di dosyeya şandin Serdozgeriya Komarê ya Silopî de cih dan agahiya ku her sê jinên siyasetmedar li ser “gumanê” hatine kuştin.    Di “Girteka Muayeneya Mirinê” de hat gotin ku carcûra kaleşnîkofekê di bin kesek hat kuştin de hatiye dîtin û balkêş e ku nehatiye gotin ku carcûr di bin kê de hatiye dîtin.