Şekir û xwê nadin girtiyên ketine greva birçîbûnê 2019-01-04 10:09:24   ANTALYA - Hat hînbûn ku îdareya Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Alanyayê pêdiviyên girtiyên ku ketina greva bêdem û bêdorveger pêk nînin. Her wiha hat hînbûn ku 2 girtiyên din jî dê sibehê têkevin greva bêdem û bêdorveger.    Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ên ku li girtîgehan ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, didomin. Girtiyên bi navê Nevin Gukçe û Zelal Başbogan ên ku li Girtîgeha Girtî ya Tipa L a Alanyayê girtîne dê sibehê dest bi greva bêdem û bêdorveger bikin. Girtiyan diyar kirin ku ew ê ji 5'ê Çileyê şûnde dest bi greva birçîbûnê bikin.    Xwê û şekir nadin   Her wiha li girtîgeha ku çalakiyên greva birçîbûnê didome şekir û xwê nadin girtiyên ku ketine greva birçîbûnê. Ji ber ku çûyina revîrê li ser girtiyan tê ferzkirin û girtî jî vê yekê red dikin, kontrola wan a tenduristiyê nayê kirin û her wiha vitaminên ku divê bistînin nikarin bistînin.