'Em ê heta dawî piştgiriyê bidin greva birçîbûnê' 2019-01-04 09:36:44   MEXMÛR - Çalekvanên greva birçîbûnê yên koma heftan dan diyarkirin ku wê jiyanek bê Abdullah Ocalan tu caran qebûl nekin û wê bi awayên cuda çalakiyên xwe berdewam bikin.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştgiriyên ji bo çalakiya greva birçîbûnê didomin. Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê koma heftan dewir girtibû. Çalakvanên greva birçîbûnê yên heftan gotin:"Em ê heta dawî piştgiriyê bidin greva birçîbûnê. Heta ku Rêber Apo azad nebe em ê dev ji çalakiyên xwe bernedin."   'Em ê xwe fêrî jiyanek bê Rêbertî nekin'   Ji çalekvanên koma heftan Eyşê Tunc axivî û got: " Ez jî weke ciwanek wargeha Şehîd Rûstem Cûdî vê tecrîda girankirî a ku li ser Rêberê me tê meşandin, şermezar dikim. Ev tecrîd di kesayeta Rêber Apo de li ser tevayî gelê Kurd tê meşandin. Wek tê zanîn Rêber Apo vîn, hêvî û îradeya gelekî ye. Em vê bêdengiya desteya CPT û dewleta faşîst a Tirk şermezar dikin. Xwestekên dewleta faşîst a Tirk ew e ku me fêrî bê Rêbertî bikin. Dewleta Tirk bila baş bizanibe wê di wan xwestekên xwe de tu caran bi ser nekeve. Em tu caran bê Rêbertî najîn û em ê xwe fêrî jiyanek bê Rêbertî jî nekin."   'Ew ê negihêjin armanca xwe'   Her wiha çalekvana bi navê Çîdem Gungen jî armanca xwe ya tevlîbûna greva birçîbûnê wiha anî ziman:" Beriya her tiştî ez tevahî şehîdên mehe çileyê bi bîr tînim. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven daye destpêkirin û niha belavî tevahî qadên din ên Kurdistan û cîhanê bûye silav dikim. Armanca me jî ji vê çalekiyê ew e ku em tecrîda girankirî ya li ser Rêbertî heyî bişkînin û piştgiriya hevalên xwe yên li her qadê di nava çalakiyan de ne dikin. Heta ku xeberek ji Rêberê me neyê em ê jî çalakiyên xwe berdewam bikin. Dewleta Tirk dixwazî bi tecrîdkirina Rêbertî Kurdan têxe bin hîmayeya xwe. Lê ew ê negihêje armanca xwe."   'Heta ku Serokê me azad nebe em ê çalikiyên xwe bidomînin'   Helîm Tunc jî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê şermezar kir, bi wê ve girêdayî gireva birçîbûnê jî silav kir û wiha domand: " Armanca min a tevlîbûna çalakiya birçîbûnê ew e ku ez piştgiriya Leyla Guven, Nasir Yaxiz û bi sedan hevalên ku ketin çalakiya birçîbûnê, bikim. Ez vê tecrîda girankirî ya ku demek dirêj e li ser Rêberê me tê meşandin şermezar dikim. Dewleta Tirk dixwazî bi tecrîdkirina Rêbertî Kurdan têxe bin hîmayeya xwe û dixwaze gelê Kurd ji serokatî qut bike. Dixwazin jiyanek bê serokatî li gelê Kurd bide hînkirini. Lê wê ev xeyalên dewleta Tirk û hevkarên wan pêk neyê. Heta ku serokê me azad nebe em ê bi van çalakiyan berxwedana xwe berdewam bikin."