Di doza Nisêbînê de zarokên tên darizandin dîsa nehatin berdan 2019-01-04 09:33:46   MÊRDÎN - Li navçeya Nisêbînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de 17 zarok hatibûn girtin û her yek ji wan bi 76 caran bi cezayê hepsê yê “muebeta giran” tên darizandin di daneşîna 6'emîn de derketin pêşberî dadger û dîsa nehatin berdan. Biryar hat dayîn ku doza di 18’ê Sibatê de bê dîtin û 17 zarokên tên darizandin jî bînin dadgehê.   Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di serdema “qedexeya derketina kolanan” de di 26’ê gulana 2016’an de 17 jê zarok ji taxê   75 kes hatibûn derxistin û 17 zarokên hatibûn derxistin hatibûn binçavkirin û girtin. Danişîna 6'emîn a doza zarokan li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat dîtin. Zarokên ku neanîn dozê bi rêya SEGBÎS'ê tevlî dozê bûn.     Parêzer û malbatên zarokan jî doz şopandin. Darizandin ji ber ku temenê zarokan biçûke ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û di daneşîna pêşî de tiştê ku gotibûn dûbare kirin. Parêzeran xwestin ku miwekîlên wan bên berdan.    Dadgeh biryara berdewama girtina zarokan xwest û dozê taloqî  18’ê Sibatê kir. Her wiha dadgehê biryar da ku di rûniştina dozê di dema bê de bê dîtin 17 zarok jî li dadgehê amade bin.