YCR'ê li Hesekê meş li dar xist 2019-01-03 16:07:28   HESEKÊ - Bi armanca şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê îro Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR'ê meş li dar xist.   Îro bi armanca şeremazrkirina gefên dewleta Tirk ên li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê,Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) a bajarê Hesekê meşek girseyî li dar xist. Meşvanan alên YCR'ê, PYD'ê û wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hilgirtin. Meş ji çarxereya Sînalko heta çarxereya Itfayiyê veguherî mitîngê.   Piştî deqeyek rêzgirtin, daxuyanî ji aliyê endama Yekîtiya Ciwanên Rojava ya YCR'ê Selma Telal Muhemed hate xwendin.     Di daxuyaniyê de wiha hat gotin "Bi rihê  berdewamkirina têkoşîn û berxwedana Sakîna Cansiz em ê rê nedin dijmin ku xaka me dagir bikin, dewleta Tirk dixwaze axa me dagir bike ,em niha bi azadî û demokratîk dijîn loma bila tirkiye ji me dûr be. Çimkî ew ne ji bo demokrasiyê ji bo berjewendiyên xwe tenê tev digere. Dê bi saya hêza yekîtiya gelê Kurd û ciwanan gefên dewleta tirk vala derkeve."   Meş bi dirûşmên "Na ji dagirkeriyê", "Jin jiyana azadî " bi dawî bû .