Baroya Amedê: Divê dev ji pêkanînên newekhev bê berdan 2019-01-03 13:48:52   AMED - Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin diyar kir ku divê di çarçoveya mevzuatê de malbat, parêzer û vasiyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikaribin pê re hevdîtinê bikin û xwest ku saziyên eleqedar ji bo jiyana girtiyan nekeve talûkeyê dest ji pêkanîna cudakariyê berdin.    Baroya Amedê têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahiya Buroya Alîkariya Edlî ya Baroyê civînê çapameniyê li dar xist. Serokê Baroyê Cîhan Aydin û rêveberên baroyê û parêzer beşdarî civînê bûn. Serokê Baroyê Cîhan daxuyanî da û çalakiya grevên birçîbûnê yên salên berê û encamên wan bi bîr xist. Aydin diyar kir ku tevî ku parlamentera HDP’ê Leyla Guven ji aliyê Dadgeha Amedê ve hat berdan jî dîsa li ser îtîraza dozger nehat berdan û Guven ji 8’ê mijdarê ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye. Aydin got rêveberên baroya wan Gazal Bayram Koluman û Kezîban Yilmaz çûne girtîgehê û bi Guven re hevdîtin pêk anîne.     Cîhan der barê rewşa Leyla Guven de agahiyên bi dest xistine wiha vegot: “Herî dawî di 30’ê kanûnê de ziyaret pêk hat. Ji ber tenduristiya Leyla Guven giran bûye nikaribûye beşdarî hevdîtinê bibe. Li ser vê yekê bi girtiyên li qawîşa wê re hevdîtin pêk hatiye. Li gorî van girtiyan agahî dane hevalên me; Guven zeîf bûye, li dijî deng û roniyê hesasiyet pê re peyda bûye, serê wê diêşe, di meşê de zehmetî dikişîne, bi zehmetî diaxive, bêhalbûn, aciziyên tansiyon û mîdeyê pê re peyda bûne. Ev nexweşîn û hesasiyet jî nîşan didin ku rewşa Guven ketiye rewşek krîtîk.”     Cîhan anî ziman ku Leyla Guven ji wan re gotiye ew ji bo rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye û wiha pêde çû: “Piştî birêz Guven dest bi greva birçîbûnê kir, greva birçîbûnê li gelek girtîgehan belav bû û hêj berbelav dibe. Gelek girtiyan bedena xwe daye ber mirinê. Li gorî hin serlêdanên ji bo baroyê û hin agahiyên bi raya giştî re tên parve kirin, ji mafên bingehîn ê girtiyan re rêz nayê nîşandan. Bi awayek ku têr bike av, şeker, xwê û vîtamîn nadin girtiyan. Gilîkirina di vî warî de gelek heye. Em wek Baroya Amedê her tim li cem mafên jiyanê ne û diparêzin.”    Cîhan di dawiya daxuyaniyê de wiha got: “Em wek rêxistinek hiqûqê dixwazin ku dema girtî daxwazên xwe tînin ziman ji çalakiyên dê zirarê bide jiyana wan pêk neynin. Em nêzîkatiya baroya xwe bi vê wesîleyê em carek din bi bîra muxataban dixin. Bi vê yekê re em wek Baroya Amedê dixwazin bêjin ku di çarçoveya Qanûna Cezayê Înfazê û mevzûatên din ên têkildarî hevdîtina malbat, parêzer û wasiyên Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din mafek bingehîn e. Li gorî mevzuatên netewî û peymanên navnetewî jî mafê hevdîtinê yê parêzer û miwekîl divê bê nasîn. Ev mevzuat di serî de ji bo Ocalan û hemû girtiyan bê nasîn. Di serî ji bo jiyana birêz Guven û hemû girtiyên din nekeve talûkeyê em dixwazin di serî de Wezareta Dadê û hemû saziyên peywendîdar dest ji van pêkanînên xwe cudakariyê berdin. Em dixwazin ev sazî mevzuata netewî û navnetewî bînin cih.”