ROJEVA 3'YÊ ÇILEYA 2018'AN 2019-01-03 09:00:00   *Dayikên Aştiyê diyar kirin ku divê dengê Leyla Guven a ji bo tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe ketiye greva birçîbûnê, bê bihîstin û gotin: “Belê bi dewletê re hiqûq nemaye, gelo bi civakê re jî wijdan nema ye? Îro roja wijdan, îman û ehlaq e.” DÎMEN HEYE   *Sê siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên li Sîlopiyayê hatin qetilkirin, 3 sal di ser bûyerê de derbas bû. Dayika Fatma Uyar, Hatîce Uyar diyar kir ku her sibeh ewil li gora keça xwe ya li hember mala wan e, dinêre û dest bi rojê dike. Hatîceyê diyar kir ku berxwedana her sê jinên ku ji bo vî gelî dan destpêkirin îro li zindanan bi pêşengiya jinan tê meşandin.DÎMEN HEYE   *Zaroka 11 salî ya salekê ji aliyê xizmê xwe ve rastî îstîsmara zayendî ya sîstematîk hat, piştî bûyer ji malbata xwe re vegot jî malbatê pê bawer nekir û bir pedagog. Li ser vegotinên zarokê ya ji pedagog re lêpirsîn hat vekirin lê vê carê dadgehê ji bo gumanbaran daxistin pêk anî û tenê 5 sal û 6 meh ceza birîn.   *Welatiyên li taxên Wanê yên ku hîna gaza xwezayî neçûnê dijîn, ji ber krîza aborî neçar dimînin komira ne baş bi kar bînin. Welatiyan diyar kirin ku ev jî zirarek mezin dide wan û xwezayê.DÎMEN HEYE   * Pispora sendîkayê Pinar Abdal diyar kir ku krîza aborî wê bandora xwe ya mezin piştî hilbijartinên 31’ê Adarê nîşan bide û wiha got: “Bernameya Aboriyê ya Nû ya hikûmetê ev e ku patronan ji krîzê derxe, hewcedariya çavkaniyên sermayê pêk bîne. Ev jî belgeya delîlê ya pêngava êrîşa li hemberî kedkaran e. Di dema pêş de li hember kedkaran du rêbaz hene.”   *Jinên Kizilcakoylu yên 3 meh in li dijî JES’an berxwe didin, plan dikin ku komeleyek ku hilberînên xwe bifroşin û yekitiya xwe biparêzin ava bikin. DÎMEN HEYE