Mêrê ku Sema Ozbudak bi mirinê tehdîd dike li ser medyaya civakî ye 2019-01-02 12:20:41   DÎLOK - Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe ya berdayî Sema Ozbûdak bi kuştinê tehdît dike, polîsên ku hefteyeke nikarin wî bigirin, li ser medya civakî parvekirinên xwe berdewam dike.   Li Dîlokê, Kaya Osanmaz ê hevjîna xwe  ya berdayî Sema Ozbûdak a 38 salî bi kuştinê tehdît dike û di 27’ê Kanûnê de çû ber mala Ozbûdak û birayê wê Bulunt Ozbûdak bi çekê birînedar kir, hîna jî nehatiye girtin. Kaya yê polîs lê digerin, bal kêşe ku li ser medya civakî parvekirinên xwe hîna jî berdewam dike.   Kayaz, roja 29’ê Kanûnê li ser hesabê xwe yê medya civakî Facebookê, vê bersivê dide şirovaya li binê wêneyekê wî hatî kirin; “Şirove tuneye, her tişt valeye. Ji xwe ezê hefteya were, biçim teslîm bibim.” Hat dîtin ku Kaya berî 12 saetan jî li ser medya civakî parvekirinên xwe