Piştî Sêvê 3 sal: Çîroka ked û berxwedanê 2019-01-02 09:04:09   ÎZMÎR - Di ser qetilkirina 3 siyasetmedarên Kurd Sêvê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir de ku di berxwedana rêveberiyên xweser a Sîlopiyayê de li cem gel cih girtin hatin qetilkirin, 3 sal derbas bû. Sêvê ya hîna biçûk bû surgun jiya, jiyana wê bi berxwedan û kedê derbas bû. Dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr ku her tim li cem keça xwe cihê xwe girt, ew vegot.   Li Sîlopiya Şirnexê di 4’ê Çileyê 2016’an de di dema qedexeya derketina derve de 3 siyasetmedarên jin ên Kurd Sêvê demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir ji aliyê leşkeran ve hatin gulebarankirin û qetilkirin. Endama Meclîsa DBP’ê Sêvê Demîr, endama KJA’yê ya bi KHK’ê hat girtin Fatma Uyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Sîlopiyê Pakîze Nayir dema ji taxa Karşiyaka derbasî taxa Yeşîlyurt dibûn hatin qetilkirin. Doza der barê qetilkirina her sê siyasetmedarên jin de qet pêş neket. Dayika Sêvê, Sakîne Demîr, di 3’emîn salvegera qetikirina keça xwe de ji bo kujer bên darizandin têkoşîna hiqûqî didin.   ‘Koçberiya bi zor, karkeriya demsalî û cudadîtin’   Sakînê diyar kir ku wan ji Bismil a Amedê koçî Manîsayê kirine û her tim di jiyana xwe de rastî polîtîkayên înkarkirina Kurdan hatine û wiha got: “Sêvê tiştên ku jiyî, qebûl nekir û ji ber vê tevlî siyasetê bû. Di 1995’an de dema Sêvê biçûk bû em çûn Manîsayê. Zilm pir zêde bû. Kar tune bû. Em du salan li Manîsayê man. Em car din vegeryan gund. Piştre ji neçarî em dîsa hatin. Li vir ji ber em Kurd bûn me zehmetî kişandin. Em li ser erdên pembû, îsot, firingî, bacan xebitîn. Dema em nû hatin bi kirê xanî jî nedidan me. Digotin ‘hûn terorîst in.’”   ‘Ji bo têkoşînê hemû astengî rakir’   Sêvê ku di karên çandiniyê ya demsalî de xebitî li Manîsayê 3 salan di xebatên jinan de cih girt. Sakînê ev tişt anî ziman: “Dilê keça min li welatê wê diavêt. Sêvê li vir li gorî hêza xwe hinek tişt kir. Tenê ev xaniyê me heye. Di mala me de tenê ew dixebitî. Xatir ji min û bavê xwe xwest. Bavê wê jî got ‘birayê te diçe leşkeriyê her tiştê me tu yî, hinek bisekine wisa biçe’. Bavê wê wê dît bi biryar e û got ‘em her tim li pişt te ne’. Piştî vê Sêvê ji Manîsayê derket.”   Sêvê ewil li Enqereyê, piştre li Amed, Konya û Mêrdînê xebitî û di 2009’an de li Nisêbînê hat binçavkirin. Sêve dişînin girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Sêvê di 2012’an de di greva birçîbûnê de cih girt. Sakîneyê bi lêv kir ku ew her tim ligel berxwedana keça xwe ne û ev tişt bi lêv kir: “Dema grevên birçîbûnê dest pê kirin ez çûm Amedê. Zarokên min li her derê hebûn lê min her tim Sêvê şopand. Sêvê jîr bû, durust bû, welatparêz bû. Rewşa me nebaş be jî em her tim li cem wan bûn. Wan li hundir me li derve berxwe da. Di grevê de ez çûm Amedê. Dema em çûn biribûn nexweşxaneyê. Min ji dozger rapor girt û ez çûm cem keça xwe. Serum lê xistibûn. Ez nêzî wê nekirim. Me 10 deqeyan dît.”   ‘Dayikên Kurd xurt û bi înad in’   Sakîneyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sêvê di pêvajoya rêveberiyên xweser de li Şirnexê bû. Em hem ji bo piştgiriyê hem jî ji bo Sêvê derketin rê. Em çûn Amedê. Li Nisêbînê rê hatibûn girtin. Li Mîdyadê jî rê hatibûn girtin. Ez li Sêvê geriyam. Min got ez têm û wê jî got ‘hûn dayikên Kurd çiqas xurt û bi înad in’. Min jî got tu tişt ji we ne girîngtir e û em çûn wir. Dema em çûn çalakî hebûn. Hemû gel li dora me kom bûbûn. Ji Sêvê pirsîn gotin ‘ev dayika kê ye’. Wê jî got ‘dayika hevalekê ye 15 sal e li keça xwe digere.’ Hevala wê fêm kir û got ‘Sêvê diyariya te ji bo me ye’.   ‘Ez dijminên mirovahiyê ji bîr nakim’   Sakîneyê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku îro hîna jî hemû cîhan ji bo Pakîze, Sêvê û Fatmayê bêdeng e û got: “Ez ne Cizîrê, ne Sîlopiyê ji bîr dikim. Me cenazeyê Sêvê rakir û em çûn Enqereyê ku Mehmet Tunç û hevalên wî xilas bikin. Lê me çi kir kes nehat. Tirkiye bêdeng ma. Ez çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven jî silav dikim.”