Aynur a ji Mezgîrê: Em gundî hildiberînin, yên bajar bi kar tînin 2019-01-02 09:03:11   DÊRSÎM - Aynur Gungoren a li gundê Guneşdere yê Mezgîrê dijî, diyar kir li bajarên metropolan li şûna hilberîneriyê bikarhênerî zêde bûye û got li dijî çanda bikarhênerî û ji rêderketinê divê vegera gundan dest pê bike.   Aynur Gungoren a li gundê Guneşdere yê Mezgîra Dêrsîmê dijî wek kesek li alî jiyana xwezayî û hilberandinê ye bang dike. Aynurê bi lêv kir ku ji ber li bajaran texrîbata ekolojîk zêde ye mirov jiyanek nebaş dimeşînin û jiyana xwezayî giştî dikeve bin lepê kapîtalîzmê.   ‘Min têkoşînek mezin da’   Aynurê daxuyakirin ku bi sewalkariyê sê zarokên xwe daye xwendin û ev tişt bi lêv kir: “Ez di 17 salî de zewicîm. Hîna ez zarok bûm lê barê min giran bû. Ji bo tiştên ez jiyam zarokên min nejîn min têkoşînek mezin da. Bi taybet ji bo zarokên min bixwînin min hewl da. Bi saya vê min du zarokên xwe li zanîngehê da xwendin. Min kurekî xwe jî şand derveyî welat. Bila zarokên keç bixwînin. Bila li ser piyê xwe bisekinin.”   ‘Tiştên min hemû organîk in’   Aynurê destnîşan kir ku li bajaran jiyan tune ye, mirov her tiştî amade dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Niha rastiyek wisa heye. Berhemên gundan li bajaran tên bikaranîn. Piranî tiştên li bajaran bi hormon in. Mirov ji ber vê pir nexweş dikevin. Gund wisa ne? Bêguman na. Mirişkên min hene, çêleka min heye, bizina min heye. Her tiştê min xwezayî ye.”   Divê vegera gundan dest pê bike’   Aynurê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku ew havînan sebze û genim diçînin û wiha dawî lê anî: “Şîr, mast, penîr û her tiştê xwe ez amade dikim. Em berhemên xwe bi kar tînin. Mirovan koç kirin û çûn bajaran. Niha jî li berhemên xwezayî digerin. Lê li gorî min dikarin vegerin gundê xwe û bîstanan biçînin. Bila vegerandina gundan ji nû ve dest pê bike.”