Salona sporê bûye hêlîna esrarkêşan 2019-01-02 09:02:16   COLEMÊRG - Li navçeya Geverê di dema çalakiyên li dijî êrîşên li ser Kobanê yên ku di nabera 6-7'ê Cotmeha sala 2014’an de pêk hatin di encama bombeya ji aliyê polîsan ve hat avêtin salona sporê ya sergirtî hat şewitandin û ket rewşa ku nema bê bikaranîn. Salona ku ne tê tamîrkirin û ne jî tê hilweşandin bûye hêlîna esrarkêşan.    Li navçeya Geverê li taxa Yenîyê di sala 2014’an di  dema çalakiyên 6-7 Cotmehê ku li dijî êrîşên li ser Kobanê hatin kirin de salona werzîşê ya sergtî di encama bombekirina polîsan de hat şewitandin û ket rewşa ku nema bê bikaranîn. Şewitandina salonê herî zêde bandora xwe li ser ciwan û astengdaran kir. Salona ku ne tê tamîrkirin û nejî tê hilweşandin ji ber ku wekî hêlîna kesên hişbir bi kar  tînin tê bikaranîn ewlehiya welatiyên taxê dixe xeteriyê. Welatiyên li taxê bertek nîşanî sersariya rayedaran dan û gotin ku ewlehiya canê wan û ya zarokên wan tune ye.    ‘Bi zanebûn çareser nakin’   Welatiyê ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide diyar kir ku dewlet bi zanebûn vê pirsgirêkê çareser nake û wiha berdewam kire :”Berê evder salona werzîşê bû û  lê werzîş dihat kirin. Lê di dema bûyerên 6-7 cotmehê de hate şewitandin. Ev 5 sal e ji vê avahiyê re çareserî nehatiyê dîtin. Avahiya ku hatiye şewitandin pêşiya xeteriyê vedike.  Çawa çê dibe ku heta niha nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin ? Avahî terkî qedera xwe hatiye kirin. Ji ber ku ev der herêma dibistanê ye ji ciwanan, jinan û zarokan re talûke ye. Em bi çavên xwe dibînîn ku di vê avahiya nîvhiweşyayî de hişbir tê bikaranîn. Ji xwe gava ku mirov dikeve hundirê avahiyê ev baş xuya dibe. 5 sal e ji aliyê dewletê ve tu çareserî ji avahiyê re nehatiye dîtin, ev tişt ne tiştekî ji rêzê ye. Em wisa difikirîn ku bi zanebûn ji avahiyê re çareserî nayê dîtin. Pêşiya bikaranîna hişbirê vedike. Em dixwazîn ku çareyek ji vê avhiya ji bo me xetere re bê dîtin.”