Çalakiya mertalên zindî li Kobanê berdewam dike 2019-01-01 16:18:37   KOBANÊ -Çalakiya Mertalên zindî li Kobanê di roja xwe ya 15'emîn de berdewam dike.  Gel û endamên saziyan rojên xwe li gel sir û sermaya zêde jî bi moralekî bilind derbas dikin.   Li dijî gefên dewlata tirk ên di demên dawîn de yên li ser bakur û rojihilatê Sûriyeyê gelê Kobanê çalakiya mertalên zindî dabû destpêkirin û çalakiyî bi coşeke mezin di roja 15'emîn de berdewam dike. J   Şêniyên Kobanê çalakiya xwe di 17’ê Kanûnê de, li dijî gefên dewleta tirk li gundê Qeremox ê li rojhilatê bajarê Kobanê vedan. Kon 10 rojan li wir dewam kir. Berî 5 rojan jî ji gundê Qeremox çalakî veguhestin bajarê Kobanê. Çalakî li ber navenda HPC`ê berdewam dike.   Îro jî endamên Kongreya Star, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Komîteya Perwerdeyê, Desteya Jinan û bi dehan ciwan, jin, kal û pîr beşdarî çalakiyê bûn.   Piştî axaftinan şanoyek û stran ji aliyê Koma Botan ve hatin pêşkêşkirin.