Fîlîz Budak: Di 2019’an de me pêngava azadiyê daye despêkirin 2019-01-01 12:37:38   MEXMÛR - Têkildarî kar û xebatên wargehê û giştî yên 2018’an, girêdayî wê  hêviya ku ji sala nû ango 2019’an tên kirin Hevseroka Meclîsa Gel a Şehîd Rûstem Cûdî Fîlîz Budak nirxandin kir.   Hevseroka Meclîsa Gel a Şehîd Rûstem Cûdî Fîlîz Budak  bal kişand ser pêşeketinên di sala 2018’an de û got: “ Sîstema kapîtal a ku li ser rûyê cîhanê, li ser mirovahiyê serweriya xwe heta hûcerya herî kûr ya mirovahiyê dayî ferzkirin em dinêrîn textê wê hêdî hêdî diheje. Em dikarin îzahata wê wisa bikin yanî di 2018’an de şoreşa li Rojavayê Kurdistanê hatî destpêkirin, di qada navneteweyî de li cihekî wek Ewrûpa ku rastgir û neteweperst lê herî li pêş in, meş, berxwedan û çalekiyên gel yên ku di qada Ewrûpa de li hemberî neteweperstiya Ewrûpî hatin lidarxistin yên herî bi nav û deng in. Ev ji tê wê wateyê ku pergala desthilatdar a heyî ji bo pirsgirêkên gel nikarin bibin bersîv, berovajî wê dibe sedema kriz, kaos û qeyranan hîn kûrtir dike.”   'Azadiya jinê azadiya civakê ye'   Fîlîz bilêv kir ku di warê berxwedana jinê de pêşketinên ber ber bi çav hatîn jiyîn li Arjantîn, Kurdistan, Birazîlya, bi taybet li bakurê Kurdistanê bi 8’ê Adarê re derketina qadan a jinan li hemberî pergala koledar li ber xwe dayîn bi dirûşma ku her kuştin, her kiryara ku li ser jinê tê kirin polîtîk e û wiha domand: “Bi vî awayî di warê têkoşîna jinê de jî destkeftî û pêşketinên mezin pêk hatin. Herî zêde van çalekiya mohra xwe li 2018’an da. Em van pêşketinan bi du kategoriyan digrîn dest, yek wekî gel û ya din jî di xwesertiyê de wekî jin. Ji ber em dibêjin jin jî wekî netewekî ku hatî perçiqandin. di vêderê de politikaya ku li ser civakê û ya li ser jin tê meşandin heman polîtîka ye. Mirov dikare girêdana vana wisa bi hev re bide girêdan. Azadiya jinê bi azadiya civakê pêkan e.  Polîtîkayên ku di roja me de tên pêşxistin bi heman armacê tên kirin û ji hev ne qutin. Me sala 2018’an bi salek tijî berxwedan û serhildan derbaskir.”   'Em ê Têkoşîna xwe xurt bikin'   Fîlîz herî dawî anî ziman ku wan êdî pêngava azadiyê daye despêkirin û wiha pêde çû: “ Em bi têkoşîneke hîn berfirehtir, bi hêzeke hîn xurtir, bi lêxwedî derketina Rêbertî û şehîdan hîn mezintir ketin sala 2019’an. Hêviyên me wekî jin ji vê salê ew e ku di 8’ê Adarê de vê berxwedanê bigihînin heta 21’ê Adarê û bi berxwedana Mezlum Dogan, Zekî Alkanan re bikin yek. Di pêşiya me de hilbijartin hene wekî Gelê Kurd bidestxistina van hilbijartinan ji bo me rol, mîsyon û destkeftiyeke dîrokî ye. Li hemberî hêza dagirker a Qayûm ku dixwaze destkeftiyên Gelê Kurd bigre bin bandora xwe em jî dibêjin em ê bi berxwedanê mafê xwe bi dest bixin.  .”