Di sala 2018'an de li Sûriyeyê 437 zarokan jiyana xwe ji dest da 2019-01-01 12:02:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Malaçavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê di sla 2018'an de ji 19 hezarî zêdetir mirovan jiyana xwe ji dest dane û ji van 437 zarok in.   Şerê li Sûriyeyê 7 sal li dû xwe hiştin. Malaçavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)  ku navenda wê Îngilistanê diyar kir ku li gorî lêkolînên hatine kirin di sala 2018'an de 19 hezar û 666 kesî jiyana xwe ji dest daye.   Herwiha li gorî daneyan hat aşkerakirin ku ji sala pevçûnan destpêkiriye heta niha sala ku herî kêm miron tê de pêk hatine jî sala 2018'an e û hat diyarkirin ku ji kesên di vê salê de jiyana xwe ji dest dane 6 hezar û 349 kes sivîl in.   Li gorî daneyên Malaçavdêriyê li sûriyeyê di salekê de 437 zarokan jî ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.    Li Sûriyeyê di sala 2017'an de jî herî kêm 33 kesî jiyana xwe ji dest da.   Li gorî daneyan hat diyarkirin ku sala herî zêde mirovan tê de jiyana xwe ji dest daye jî 2014 ye ku herî kêm 76 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.