Li Çewlikê erdhej 2019-01-01 10:40:16   ÇEWLIK - Serê sibê saet 05:09’an li navçeya Çermê ya Çewlikê li gorî pîvana Rîchter bi pileya 4.3 erd hejiya. Erdhej 5 kîlometre di binê erdê de pêk hat. Têkildarî encamên erdhejê agahî nehatin bidestxistin.   Rasathaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstituya Lêkolînkirina Erdhejê ragihand ku navenda erdhejê navçeyên Şenkoy û Çermê ne û erdhej bi pileya 4.3, 5 kîlometre di binê erdê de çêbûye.