Ayla Akat: Herî baş jinan tecrîd fêm kir 2019-01-01 10:13:54   AMED-Ayla Akat Ata ku piştî greva birçîbûnê ya 10 hezar girtiyan a di 2012’an de ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe, tevlî hevdîtina li Grava Îmraliyê bû hevdîtina 3’ê Çileyê 2013’an vegot. Aylayê diyar kir ku herî baş jinan tecrîd fêm kiriye û balkişand ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven.   Di 2012’an de ji ber polîtîkayên AKP’ê ku pevçûn dijwar bûn, girtiyên PKK û PAJK’ê di 12’ê îlona 2012’an de ji bo şert û mercên azadiya Abdullah Ocalan pêk bên dest bi grevê kirin.Di 5’ê Mijdarê de çalakiya birçîbûnê ya herî girseyî dest pê kir û 10 hezar girtî ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger. Di 17’ê Mijdara 2012’an de yanî di roja 68 grevê de Mehmet Ocalan bi birayê xwe Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.   Li ser banga Abdullah Ocalan girtiyan çalakî bi dawî kirin. Di rayagiştî de muzakereyan dest pê kir û bang hatin kirin. Li ser bangan di meha dawî ya 2012’an de heyeta MÎT’ê çû Girava Îmraliyê. Heyetek fermî jî di 3’ê Çileyê 2013’an de çû Îmraliyê. Hevserokê KCD’ê Ahmet Turk, parlamentera demî ya DBP’ê Ayla Akat Ata çûn Îmraliyê û hevdîtin kirin.    Hevdîtina yekem   Aylayê der barê mijarê de wiha got: “Pêvajoyek ji 1993’an dest pê kiribû hebû. Birêz Ocalan di hevdîtina yekem de gotibû ev 20 sale bi heyeta dewletê re hevdîtinan dike. Yanî di navbera 1993-2013’an de hevdîtin bûn. Vê pêvajoya 20 salan hinek encam dabûn. heyeta kesên aqilmend hat avakirin. Li parlamentoyê qanûna çareseriyê hat nîqakirin, deklarasyona Dolmabaheyê hat axaftin. Di 2011’an de bi êrîşa li Farqînê hat kirin pêvajo vegeriya pêvajoya şer. Di 2012’an de hawirek şer a dijwar hat jiyîn. Piştî êrîşa Farqînê hevdîtina malbatê ya bi Birêz Ocalan re hat astengkirin. Ji bo tecrîd bê rakirin bi sedan girtiyan dest bi grevê kirin. Di hevdîtina me ya yekem de em hîn bûn ku Birêz Ocalan bi rayedarên dewletê re hevdîtinê dike. Hakan Fîdan heta meha mijdarê bi Birêz Ocalan re hevdîtin kiriye. Me jî di 3’ê Çile de hevdîtina yekem kir.”   Aylayê diyar kir ku piştî her hevdîtinê daxuyanî hatin dayîn û wiha got: “Em jin û mêrek diçûn hevdîtinê. Birêz Ocalan bixwe daxwaz kiribû ku jinek û mêrek biçe hevdîtinê. Birêz Ocalan gelek caran gotibû azadiya civakê azadiya jinê ye û ji hev cuda nikare bê dest girtin û ev gelek caran li maseya çareseriyê jî anî ziman. 2013’an de piştî hevdîtinan dest pê kir pêvajoya diyaloga li ser maseyê veguherî muzakerê. Li ser vê jinan ji bo pirsên ‘çareserî çi ye, têkoşîna aştiyê çi ye’ li bersivan geriyan. Em ji bo çareseriya pirsgirêka jinan ne li ser wê maseyê bûn. Em ji bo çareseriya demokratîk a pisgirêka Kurd li wir bûn. Birêz Ocalan jî ev rêxistin kir. KJA di serê sala 2015’an de hat avakirin. Hevalek me ji kongreyê tevlî hevdîtinên Îmraliyê bûn. Ji aliyê jinên Tirkiyeyê ve Meclîsa Azadiya Jinan (KOM) hat avakirin.   ‘Hilbijartinê pêvajoya çareseriyê qedand’   Aylayê bidawîbûna pêvajoya heta havîna 2015’an berdewam kiriye nirxand û wiha got: “Ev rêxistibûn berdewam bikira wê di alî tevgera jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê de jî bandorek cuda pêk bianiya. Hevdîtinên li gravê heta avabûna Komîsyona Şopandinê hatibûn. Ji bo vê nav hatin diyarkirin. Lê di wê nokteyê de pêvajo bi dawî bû. Em dikarin bêjin hilbijartin jî bû sedema bidawîbûna pêvajoyê.   ‘Herî baş jinan tecrîd fêm kir’   Aylayê bi lêv kir ku tevî ku jinan rêxistinek mezin afirandin jî pêşî li serdestiya mêr ya ku pêvajo qedand negirtin û wiha got: “Ez nabêjim têk çûn, ji ber ev îrade hîna heye. Lê pêşî li serdestiya mêr negirtin. Mêjiyê mêr pêvajoya aştiyê bi dawî kir. Lê jin hîna bi rêxistinkirîne. Yên herî zêde tecrîd fêm kirin dîsa jin bûn.Niha dîsa bi pêşengiya hevalek meya jin Leyla Guven li dijî tecrîdê greva birçîbûnê heye. Ji ber îradeya jinê tecrîda gravê tenê di şexsê Ocalan de nagire dest. Ev li dijî lêgerÎn azadiya jinê ye. Ev tecrîd li dijî çareseriyê ye. Em dikarin bêjin jin ji 2015’an heta niha qet nesekinin. Niha dîsa li girtîgehan hewl didin bibin bersiv. Em ê jî her tim şopdarên vê pêvajoyê, kedkarên vê pêvajoyê bin.”