Mirina bi guman a Tugbayê: Derket holê ku rastî şîdetê hatiye 2019-01-01 10:02:57   WAN-Xwişka Tugba Bahadir ya ku hat îdiakirin li Etaba Yekemîn a TOKÎ’yên Nû ya Artemîtê rûdinê Aynur Kayrin, diyar kir ku der barê mirina xwişka xwe de lêkolîn kirine û got xwişka wê Tugbayê întîxar nekiriye. Aynurê wiha berdewam kir: “Roja piştî bûyerê cîranek wan derdikeve ser banê xanî û li wir gore û şimikê dibîne. Ji polîs re dibêje ev aîdê Tugbayê ye lê polîs dibêje ‘hun pir xeyalan dikin’.”   Tugba Bahadir ya 30 salî ku li Etaba Yekemîn a TOKÎ YA li Artemît a Wanê rudinişt, di 30’ê Mijarê de hat îdiakirin ku ji katê çaran de xwe avêtiye. Li ser mirina bi guman a Tugbayê, xwişka wê Aynur Kayrin , serî Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê da û daxwaza alîkariya hiqûqî kir. Aynurê bi hevkariya parêzerên xwe serlêdana sûc kir û bi cîranên Tugbayê re hevdîtin kirin.   Aynurê destnîşan kir ku Tugbayê întîxar nekiriye û mirina wê bi guman e. Aynurê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Mirina Tugbayê saet bi şev di 03.00’an de pêk tê. Lê bi roj piştî nîvro agahî dan me. Malbata hevjînê wê bûyerê hîn dibin û ji Muşê tên. Lê em ligel ku li heman bajarî bûn agahî nedan me. Dema agahî dan jî biribûn nexweşxanê. Me ew nedît.”   'Li ser banê xanî gore û şimika aîdê Tugbayê hat dîtin'   Aynurê bi lêv kir ku dozgeriyê roja bûyerê mirina Tugbayê wek ‘biguman’ derbasî qeydan kiriye û ev tişt bi lêv kir: “Cîranên wê gotin wê rojê polîs hatiye cihê bûyerê. Cîranek wan roja piştî bûyerê derdikeve ser banê xanî û li wir gore û şimika Tugbayê dibîne. Ji polîs re dibêjin aydê Tugbayê ye. Lê polîs dibêje ‘hun pir xeyalan dibînin’. Li gorî vegotinên cîranan, Tugba û hevjînê wê nîqaş dikin, Tugbayê derdixe ser banê xanî û li wir lê dide. li gorî doktoran ger Tugba hatibe derbkirin jî, ji ber pir tûnd li erdê ketiye şopa derbê nayê dîtin.   Aynurê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Rapora der barê mirina xwişka min  de şandin Meletiyê. 6 meh şûnde em ê hîn bibin. Vîdeoyên hevjînê wê yên ku bi jinên din re hatine kişandin hene. Heta em hîn bûn ku nîqaşa wê rojê derketiye ji ber vê mijarê ye. Ji bo sser mijarê neyê girtin min serlêdana sûc kir. Bi saya parêzer Songul Ozunver em ê heta dawî li pey vê dozê bin. Tugba kesek bêdeng bû. Pir ji jiyanê hez dikir. Dayika sê zarokan çima întîxar bike?”   Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver jî ji bo piştevaniyê çû serdana Aynurê.