Ji qeyûmê Mêrdînê afrîneriya sala 2018'an a dawî 2018-12-31 15:20:35     MÊRDÎN - Li ser daxwaza walî Mutafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê ya Mezin hat kirin bêyî biryara şaredariyê qada  Parka Jiyanê ya bê Asteng ku di nava Parka Karayollariyê de ye dewerî kargeheke taybet ya bi navê Artukbey kir.    Li ser daxwaza walî Mutafa Yaman ku wekî qeyûm tayînî Şaredariya Mêrdînê ya Mezin hat kirin bêyî biryara şaredariyê qada  Parka Jiyanê ya bê Asteng ku di nava Parka Karayollariyê de ye dewerî kargeheke taybet hat kirin. Li parka ku cihê zabitayan û avrêjên lê hatin hilweşandin, li cihê ku hat hilweşandin wê di rojên pêşiya me de li vê qadê fîrmaya Artukbey ku ji aliyê Tacettîn Yertum ê ku nêzî AKP'ê ye tê rêvebirin ve kafeterya bê avakirin.      Rayedarên şaredariyê gotin ku ew nikarin derbarê mijarê de tu agahiyê bidin, rayedarekî din ê şaredariyê ku me xwe gîhandê jî diyar kir ku wan jî heman mijar bihîstiyê lê tu nivîs nehatiye ber destên wan.