Jinên herêma Firatê rewşa siyasî nirxandin 2018-12-31 12:50:33   KOBANÊ - Endamên Buroya Jinê ya Partiya PYD'ê derbarê rewşa siyasî ya herî dawî ya li Rojava û li Bakurê Sûriyeyê civîn li dar xistin.    Endamên Buroya Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) derbarê rewşa siyasî ya herî dawî ya li Rojava û li Bakurê Sûriyeyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido civîn li dar xistin.    Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Herêma Firatê Fewziya Ebdî wiha got: "Gelê Sûriyeyê bi armanca avakirina Sûriyeyek demokratîk, azad û wekhev dest bi raperîna xwe kirin. Lê encamên ku îro derdikevine holê ne li gor hêviyên gel in. Hemû hêzên Hegemonîk li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Ev yek jî bandorek neyînî li ser hemû gelên li Sûriyeyê dijîn dike. Divê di destpêkê de ji bo berjewendî û aramiya gel hêzên navneteweyî tev bigerin."   Piştre jî Endama Rêveberiya Meclîsa Giştî ya PYD'ê Dîlber Yusif got:"Divê em li dijî gefên dagirkeriyê bi hişyarî tev bigerin. Ji bo destkeftiyên gelê Kurd neyên binpêkirin divê di her qadê de têkoşînek hîn mezin bê dayin."   Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Necah Eslan wiha got:"Xwediyê çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê dîsa gelê wê ye. Divê gel muxatab bên girtin. Ji bo çareseriyek mayinde divê daxwazên gel esas bê girtin."   Endama Meclîsa Edaletê ya herêma Firatê Nesra Xelîl wiha got:"Azadiya jinê û ya civakî gelek girîng e. Loma divê hemû kes ji bo aştî û azadiyê li berxwe bidin. Jinan di dîrokê de pêşengiya gelek serîhildan û şoreşan kirine. Divê em heta dawî xwedî li van şoreş û serîhildanan derkevin."   Herî dawî jî Hevseroka Buroya Têkliyan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emel Dade ku bi eslê xwe Turkmen e wiha got: "Di roja îro de jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê  birêxistinkirin û hêza xwe gelek serkeftin bi dest xistine. Pêşengiya hêzên leşkerî, partiyên siyasî, sazî û dezgehên civakî kirine. Rêxistinên xwe yên xweser ava kirin û li dijî zihniyeta dagirker li berxwe dane. Ev têkoşîn û berxwedan dê her bidome."   Civîn bi nîqaşên di derbarê xwe birêxstinkirinê de bi dawî bû.