Leyla Guven, piştevanên xwe silav kirin 2018-12-31 12:11:31   AMED - Hevseroka KCD'ê û parlmentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guevn ku ev 54 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye bi wêneyekî xwe yê ku parve kir kesên piştgirî dan çalakiya wê silav kirin.    Ji bo ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin Hevseroka Kongreya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamenera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ev 54 roj e di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye. Leyla Guven a ku di grevê de ye bi wêneyekî xwe yê ku parve kir ji kesên piştgirî dan çalakiya wê re spas kir.   Leyla ya ku li gel wêneyê wê ji bo wê li ser medya civakî hat xêzkirin peyamek weşand, di peyama xwe de wiha got: "Merhaba,  ez di roja 53'emîn a çalakiya  greva birçîbûnê de gelek peyamên piştgiriyê digirim. Bi taybetî peyamên ku ji min re ji gitîgehên din tên gelek bi wate ne. Wekî wêneyê ku rêheval Bayram Yoruk ji bo min ji Girtîgeha Tîpa F a Kocaeliyê şandiye. Gelek spas dikim."