'Hemû cîhan di bin bandora têkoşîna jinên Kurd de ma' 2018-12-31 11:59:29   Civîn Husên   QAMIŞLO - Hevseroka Herêma Cizîrê û Endama Koordînasiyona Kongreya Star Hîva Erebo pêşketinên jinê yên di bakur û rojhelatê Sûriyeyê yên di sala 2018'an de nirxand.   Derbarê xebatên jinê yên li Bakur û Rojhilarê Sûriyeyê yên di di sala 2018'an û ji aliyê siyasî, çandî, rêxistinî, pêşketin û destkeftiyên jinan û êşên hatin jiyîn de Hevseroka Herêma Cizîrê û Endama Koordînasiyona Kongreya Star Hîva Erebo nirxandin kir. Hîvayê got:"Sala 2018'an sala têkoşîn û berxwedanê bû."   Hîvayê wiha got:"Sedsala 21'emîn ji bo têkoşîna li dijî zihniyeta baviksalarî girîng e. Ji bo pêşketin, dîplomasî û rêxistinê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê gavên girîng hatin avêtin. Ev yek li cîhanê jî deng vedide. Ji bo Efrînê meş û çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Hemû cîhan di bin bandora têkoşîna jinên Kurd de ma. Konferansên navneteweyî hatin lidarxistin. Şer û têkoşîna îradeyê li Efrînê hat meşandin. Têkoşîna jinên Kurd bandor li ser jinên Ereb, Suryan jî kir. Bi hezaran jin bi vê sayê di nava qadên xebatê yên cur be cur cihê xwe digirin. Jinan rûniştina li malê red kirin û di nava qadên xebatê yên cur be cur cihê xwe girtin. Gavên nû ji bo azadiya jinê hatin avêtin. Meclîsa Edaleta Jinê di warê zagonan de jin kir binê ewlehiyê. Di warê parastina çandê û dayina perwerdeyê de jî jinê xwe pêş xist. Komîn û meclîsên nû hatin avakirin."   'Di sala 2018'an de gelek destkeftiyên jinan hatin bindestkirin'   Hîvayê wiha domand:"Di sala 2018'an de gelek destkeftiyên jinan hatin bindestkirin. Lê li dijî vê yekê jinan berxwedana xwe domandin. Ji bo azadiya jinê û parastina deskeftiyên wê em ê di sala 2019'an de jî xebatên xwe bidomînin. Bi hêz û îradeya jinê em dikarin gelek tiştî biguherînin. Em di heman demê de deyndarê şehîdên xwe ne. Em ê rêya wan her bişopînin. Sala 2018'an sala têkoşîn û berxwedanê bû. Dê sala 2019'an jî sala têkoşîn û berxwedanê be. Em hêvî dikin ku aştî û azadiyek mayinde li hemû cîhanê pêk were."