Tekoşîna Gelê Kurd sal bi sal mezintir dibe! 2018-12-31 09:04:25   Îlham Eloso   KOBANÊ - Dayik û zarokên Kobanê kêfxweşiya xwe ji bo sala nûh anîn ziman û gotin: "Di sla çûyî de her berxwdan û serkeftin a me bû. Dê sala nû  jî berxwedana me dewam bike."   Gelê kurd ku sal bi sal di nav tekoşîn û berxwedaniyê de dijî, sala 2018'an jî bû saleke ku gel  her di nav berxwedanê de be. Gelê ku li aliyekî xemgînî jiya li aliyê din jî têkoşîn da û kêfxweşiya serkftinê jiya. Ji ber ku her di vê salê de  rojeva gelê kobanê dagirkeriya dewleta tirk û êrîşên wê bû. Ji bo vê jî dayik û zarokên Kobanê gotin: "Em kêfxweş in ku me salek tijî berxwedan li ser axa xwe derbas kir. Em ê di sala nûh de ji dagikirina tirk û hevkarên wê, bi tekoşîna xwe têk bibin."   Jinên Kobanê di vê çorçoveyê de bi hêviya ku wê sala 2019`an jî ji bo Gelê kurd bibe sala aramî û aştiyê   pîroz kirin û kêfxweşiya xwe diyar kirin.   'Sala nû wê bibe sala berxwedanê'    Zaroka bi navê Evîn Cimo hêviyên xwe yên sala nuh wiha bi lêv kirin û got: "Wê sala nûh bibe sala zarokên kurdan û wê  bi ser kevin."   Aliya Welo jî sala nû li hemû gel pîroz kir û wiha got: "Em wekê zarokên Kobanê fêrî berxwedanê bûne. Ji ber vê jî em dixwazin ku sala bê di nava aramiyê de bijîn û ji bo wê em ê barxwedana xwe bidomînin."   Merwa Îsa jî wiha got: "Di sala borî de em bi ser ketin. Em bi hêviya ku slan nû bibe sala aramiyê û zarokên kurd jî vê salê  dinav kêfxweşiyê de derbas bikin."   'Sala nû wê ji bo me bibe sala azadiyê'   Dayika bi navê Fehîmê jî wiha got:"Me ev sal jî bi gelf û êrîşan derbas kir, lê me ji berxwedana xwe tawîz neda. Di sala nûh de em ê hemû dagirkeran ji ser axa xwe paqij bikin."   Cuman Hebeş jî wiha got: "Sala 2018`an  ji bo jinan girîng bû û hemû kar û xebat bû. Ji bo sala nûh jî tevî êrîş û gefan berxwedana me wê berdewam bike. Em azadiyê dixwazin bila dagirker ji ser axa me biçin. Em xwedî fikr û felsefeya rêber Apo ne û em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê bidomînin."   Li gor tevger û nêrîna dayik û zarokên Kobanê dê sala nûh bibe sala berxwedanê.