ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-31 09:00:00   *Li Nexweşxaneya Dewletê a Colemêrgê beşa beşa Zayîn û Nexweşiyên Jinan ji ber kêmbûna bijîşkan jinên ducanî û nexweş bi saetan li ser piyan di dorê de dimînin bijîşkan bi bertekin.    *Cîgira Seroka Lijneya Şaredariyan a Ekiyolojiyê û Berpisiyara Xebatên Jinan Bêrîvan Omer Derbarê xebatên Şaredariyan ên sala 2018'an li bakur û rojhelatê Sûriyayê de nirxandin kir. Bêrvanê da zanîn ku sala 2018'an bi nûkirina pergalê dest pê kir û ev tişt got:" Di destpêka 2018'an de me hilbjartin çêkirin, bi hilbajartinan re pergala jinê jî hat guhertin û bi rengekî nû hat meşandin. Katnon Û meclisên Jin hatin avakirin.  Komîteyên jinan di hundirê meclisan de hatin çêkirin û bandoreke erênî li xebatê jin kir ku ji nû ve xebatê jinan bên rêxstinkirin." DÎMEN HEYE   *Dayik û zarokên Kobanê kêfxweşiya xwe ji bo sala nûh anîn ziman û gotin: "Di sla çûyî de her berxwdan û serkeftin a me bû. Dê sala nû  jî berxwedana me dewam bike."   *Ji Kampanya Tîmes Up heta Merasîme Xelata Grammy, ji greva femînîst a 24’an ya Ispanyayê heta çalakiya Women Dîsobey a Amerîkayê û çalakiyên Abortelîbre ya Şîliyê. Jinên cîhanê saleke bi têkoşîn derbas bûye li pey xwe dihêle. Hêviyên xwe yên wê di sala pêş de destkeftiyên jinan zêde bikin, mezin dikin.   *Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy diyar kir ku wê di 2019’an de jî ji kar avêtin pêk bên û kedkar bi taybet jin wê zêdetir bên xizankirin. Gulîstanê got wê di 2019’an de jî têkoşîna ji bo aştiyê di rojeva wan a sereke de be û di şexsê Leyla Guven de azadiya hemû girtiyên jin xwest. DÎMEN HEYE   *Fîlîz Buluttekîn a HDP’î diyar kir ku li dijî xespkirina îradeyê, qerekolan, kalekolan û zextan, wê şaredariyên gel qezenç bikin, wê gel bi ser bikeve û got ew ji bo hilbijartinê amade ne.DÎMEN HEYE