Fehîme Mirad: Naskirina îradeya jinê cihê kêfxweşiyê ye' 2018-12-30 11:27:43   Viyan Said /Emel Xidir   ŞENGAL - Pêkhateyên Şengalê û nûnerên siyasî yên Şengalê di encama hevditinan de heta pêkhatina hilbijartinên herêmî meclîseke demkî ragihandibûn û daxwaza îdareyeke nû kiribûn. Endamên TAJÊ jî derbare Meclîsa Îdare ya Demkî ya Şengalê  ku hatiye îlankirin de nerînên xwe anîn ziman.    Endema Tevgera Azadiye Jinen Êzîdî (TAJÊ) Xezal Heci di despêka axaftinên xwe de diyar kir ku ew bi ragihandina Meclîsa Îdareya Şengal kêfxweş bûne û wiha got: " Di meclîseke fermî de cihgirtina jinê zêdetir me kêfxweş kir. Êzidiyan jî cihê xwe di  meclisê de girtîne  û em bi ragihandina vê meclisê gelek kêxweş bûne.  Wê  meclis bi ser bikevê. Edî tû fermanek din li ser me wê neyê kirin,  ji ber ku me xwe rexistin kiriye û pêwîs bike heta dawî em ê li  ber xwe bidin.”   Xezal Hecî di dawî de wiha got: “Em wek jin bindestiyê qabûl nakin ji ber vê  me cihê xwe di meclîsê de girtiya û ji her saziyakê em meclîsa fermî pîroz dikin."   'Em îro gelek kêfxweş in'   Endama Tevgera Azadiye Jinên Êzîdî(TAJÊ) Fehîme Mirad ji wiha kefxweşiya xwe anî ziman û got: “  Îro em gelek kêfxweş in ku Meclîsê Îderaya Şengalê ya Fermî hatiye avakirin. Di vê meclisê de naskirina îradeya jinê jî cihê kêfxweşiyê ye. Jinên Şengalê êdî xwe perwerde û zane kirine.Jinên ku xwe pêş xistine niha jî cihê xwe di meclisê de digirin. Em ê jin pergala dijmin bişkiynin. Berya fermanê  me xwe perwerde nekirbû lê em êdî bin destiyê qabûl nakin. Meclîsa me û îradeya me  heye.”   Fehîme Mirad di dawî gotinen xwe de ev tişt got: “Em êdî xwe bi rêve dibin em ê rabin ser xwe hemû karê xwe bikin. Jinan cihê xwe di meclîsê de girtine û  em ê kar û xebata xwe bidin meşandin. Em vê meclîsa li hemû jinan û bi taybet li dayikên şehîdan pîroz dikin. Em dibêjin serkeftin.”