Li Tarsusê greva birçîbûnê belav dibe: Koma 4’emîn grev dewir girt 2018-12-29 15:58:32   MÊRSÎN – Jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê ji bo piştgiriyê bidin Leyla Guven dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Koma 4’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewir girt.     Jinên girtî yên Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsusê ji bo piştgiriyê bidin Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi komên ji 3 kesan pêk tên dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 10 rojan kiribûn. Koma 4’emîn greva birçîbûnê dewir girt.   Her wiha li gor agahiyê ji girtiyan hatin girtin jî zextên li ser girtiyan didomin û rojnameyê nadin girtiyan.