Ji Emniyeta Şirnexê lêpirsînek ecêb: Kê ji we got govendê bigerînin? 2018-12-29 09:55:12   ŞIRNEX - Emniyeta Şirnexê gazî 5 jê jin 6 kesên ku piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven kir û pirsên ecêb ên wekî "Kê ji bo hûn herin  wir gazî we kirin?","Çima hûn çûn serdana wir?","Kê ji we re got govendê bigerînin?" kir.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 52'an. Êrîş û gefên polîsan ên ji bo kesên piştgiriyê didin çalakiya greva birçîbûnê didomin. Li Şirnexê ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojî hatibû lidarxistin û  5 jê jin 6 kesên ku piştgirî dan çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê polîsan ve gazî emniyetê hatin kirin û îfadeya wan hatin girtin.    'Kê got govendê bigerîne?'   Çend roj berê emniyeta Şirnexê jê 5 jin gazî 6 kesan kir ku îfadeyê bidin. Resul Sadak, Emine Ozek, Taybet Tatli, Zeynep Begenir, Şadiya Bilir û Akide ya ku paşnavê wê nehat hînbûn 2 roj berê îfade dan emniyetê. Emniyetê pirsên wekî "Kê ji bo hûn herin  wir gazî we kirin?","Çima hûn çûn serdana wir?","Kê ji we re got govendê bigerînin?","Dema we govend digerand we stranên çawa digot" kir.   6 kesên ku ji Dayikê Aştiyê û ji rêveberên partiyê pêk dihatin piştî îfadeyê şandin dozgeriyê.