Dayika Aştiyê dipirse: Wijdan çima bêdeng in? 2018-12-29 09:04:35   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Cemîle Aydin piştgirî da çalakiya parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kir û destnîşan kir ku wijdan çima bêdeng in, bila tecrîd rabe, mafên wan bên dayîn.   Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rabe dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wê di roja 50’emîn de didome. Piştgiriya ji bo çalakiya Leyla Guven didome. Dayika Aştiyê Cemîle Aydin jî ji bo tecrîd rabe bang li hemû kesî kir ku deng derbixin û çalakiyê berfireh bikin.   Cemîleyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên li hember gelê Kurd ji DYA’yê ne serbixwe ye û wiha got: “Bila bê zanîn ên ku ev gel kirine vê rewşê Amerîka ye. Bi mîlyonan Kurd çima bê statu ne? Em ziman û nasnameya xwe bi awayek azad nikarin bijîn. Ev hemû ji polîtîkayên navneteweyî ne serbixwe ne. Li Ewropayê divê balê bikşînin ser vê yekê.”   ‘Wijdan çima bêdeng in?’   Cemîleyê destnîşan kir ku li ser axa Kurdan bazar tê kirin û wiha pê de çû: “Zarokên me 30 sal in di girtîgehan de ne. Di bin îşkeceyê de ne. Gundên me bajarên me tên bombebarankirin. Bêguman gel tiştekî dixwaze. Malê mirovan tên şewitandin. Ma kes nabîne? Wijdan çima bêdeng in?”   Cemîleyê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku Abdullah Ocalan ji bo hemû gelan aştî û azadî xwestiye û wiha got: “Bila çav û gûhê xwe vebikin û bala xwe bidin me. Ew îradeya me hemûya ne. Ew rêveberiyek demokratîk dixwaze. Em gelekî ku bi hezaran salan li vir dijîne. Tirk ji Asya Navîn hatin û axa me parve kirin. Lê ji me re dibêjin ‘hûn terorîst in’. Bila tecrîda li ser Birêz Ocalan êdî ra be. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin.”