Di 7'emîn komkujiya Roboskê de malbat ji bo bîranînê kom bûn 2018-12-28 12:53:07   ŞIRNEX - Malbatên Roboskê bi boneya di 7'emîn salvegera komkujiya 19 jê zarok 34 qurbaniyên xwe yên bi balafirên şer hatin kuştin bibîr bînin kom bûn.    Li gundê Roboskê yê bi ser navçeya Qilebana Şirnexê ve di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) welatî gulebarankirin 19 jê zarok 34 welatî qetil kirin. Malbatên Roboskî ji bo di 7'emîn salvegera komkujiyê de zarokên xwe bibîr bînin bernameya bîranînê li dar dixin. Ligel hewa sar û barîna berfê jî Roboskiyan ji bo bîranînê serê sibê zû dest bi roja xwe kirin. Malbatên Roboskê yên wêneyên zarokên xwe hildan destên xwe li mizgefta gund kom bûn.    Wêneyên 34 welatiyan li mizgeftê hat daliqandin. Li gund êş û hêrs heye û serdestiya xwe dide nîşandan. Dayikên Roboskê hev hembêz kirin û ji ber êşa bi serê wan ve hatiye lorandin û giriyan. Malbatan ji bo xêra zarokên xwe şekir li eyalên xwe belav kirin.    Malbat li bendê ne ku barf barîna xwe kêm bike û pişt re biçin ser gorên zarokên xwe.     Bi boneya bernameya bîranînê eskeran Roboskiyê xist bin dorpêça xwe. Esker di têketina gund û goristanê de hatine bicih kirin. Yên dixwazin beşdarî bîranînê bibin ji derveyî gund tên wesayîtên wan yek bi yek tên lêgerînkirin. Esker ser welatiyan lêgerîn dikin û kontrola nasnameyên wan dikin.    Hat zanîn ku di kontrola rê de li hin ajokaran cezayên trafîkê hatiye birîn.    Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û gelek parlamenterên HDP'ê, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqnas dê beşdarî bîranînê bibin.