Dozger xwest parlamenter Saliha Aydeniz bê girtin 2018-12-28 12:49:06   AMED - Dozger di danişîna Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz de xwest bê girtin. Heyeta dadgehê daxwaza girtinê red kir û biryara dewama qedexeya derveyî welat da.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Salîha Aydenîz di çarçoveya xebatên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de bi îdiaya "Rêxistin ava kiriye û birêve biriye" tê darizandin û heta 30 salan cezayê hepsê jê re tê xwestin. Danişîna 4'emîn a doza Saliha li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dewam kir. Saliha beşdarî dozê nebû û parêzerê wê Erhan Urkut di danişînê de amade bû.     Danişîn bi xwendina ewraqên dosyeyê dest pê kir. Parêzer Erhan xwest bi boneya miwekîla wî bûye parlamenter divê darizandina wê bê sekinandin û biryara qedexekirina derveyî welat bê rakirin.     Dozger bi hinceta gumana revê, rewşa delîlên heyî û bi boneya gumana bi qewet dê şertê kontrola edlî kêm bimîne xwest Saliha bê girtin.     Parêzer Erhan da zanîn ku ew mutalayê ango biryara dozger qebûl nakin û gumana revê ya miwekîla wî tune ye û wek parlamenter jî xebatên li Meclîsê birêve dibe û ev yek jî şertê girtinê çênake. Erhan xwest daxwaza dozger bê redkirin.     Heyeta dadgehê daxwaza dozger a girtinê û daxwaza parêzer a rakirina qedexeya derketina derveyî welat red kir. Dadger dozê taloqî meha gulanê kir.