‘Girtîgeh wijdanê welatekî ye û ew wijdan jan dide’ 2018-12-28 09:09:18   Sîbel Ozalp   STENBOL - Xwişka Mustafa Ozgur Mulla yê li Girtîgeha Sîlîvriyê dest bi greva birçîbûnê kiriye, Esra Mulla banga hestiyariyê kir û wiha got: “Girtîgeh wijdanê welatan e û ev wijdan niha jan dide. Divê em hemû bi hev re tiştekî bikin. Yên ku dengê wan bidin bihîstin em in. Em neçar in bibin dengên wan.”   Mustafa Ozgur Mulla di 12’ê tebaxê de hat binçavkirin û di 13’ê tebaxê de hat girtin. Mustafa şandin Girtîgeha Metrîsê û du roj şûnde şandin Sîlîvriyê. Mustafa niha li dijî xespkirina maf û pêkanînên kêfî û zextan dest bi greva birçîbûnê kir.   Li gelek girtîgehan binpêkirina mafan heye   Esra Mulla diyar kir ku birayê wê di serdegirtina koguşê de rastî lêdana gardiyanan hatiye û wiha got: “Bi OHAL’ê re binpêkirin zêde bûn. Em her roj nûçeyên nû digirin. Birayê min girtiye. Mafê tenduristî, ragihandin, hevdîtinê tê astengkirin. Mafê malbatan ê hevdîtinê tê astengkirin.”   Esrayê daxuyakirin ku dema girtî li dijî binpêkirinan dertên jî rastî lêpirsînan tên û wiha pê de çû: “Di sê cezayên hucreyê de înfaz tên şewitandin. Ev jî veguheriye alava îşkenceyê. Îşkence li dijî rûmeta mirovan e. Nayê qebûlkirin. Em wek malbat her tim li cem girtiyan e. Em ê her tim jî li cem wan bin. Em ji her kesî jî hestiyariyê dipên. Em deng bidin dengê wan.”   Dayika Mustafa, Hanîfe Mulla jî bang li her kesî kir ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan bi hestiyarî tev bigerin û wiha got: “Ez tenê ji bo kurê xwe naaxivim. Ez wek dayikekê ji bo hemû girtiyan diaxivim. Tu kes îşkenceyê heq nake. Em dixwazin biçin girtîgehan îşkenceyên li hember zarokên me derxin holê.”