Li Îzmîrê ‘Hevdîtina Jinan a Mezin’: Em li dijî rejîma yekkesî bi hev re têbikoşin 2018-12-28 09:06:22   ÎZMÎR - Jinên Îzmîrê ji bo ‘Hevdîtina Jinan a Jin bi Hev re Xurt in’ ya wê li Stenbolê pêk bê bang kirin û gotin: “Em bang li jinan dikin ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê bi hev re têbikoşin.”   Jin di navbera 5-6’ê Çileyê de li Stenbolê di ‘Hevdîtina Jinan a Jin bi Hev re Xurt in’ de tên cem hev. Bi banga Platforma Jinan a Îzmîrê (ÎKP) re femînîstên serbixwe, jinên siyasetmedar û gelek jin li Navenda Çanda Turkkan Saylan hatin cem hev. Jinan diyar kirin ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê, têkoşîna yekbûyî girîng e û banga hevdîtina tevlîbûna li Stenbolê kirin.   ‘Demek dirêj bû hewcedarî pêk hebû’   Berdevka Piştevaniya Mor Julîana Gozen diyar kir ku demek dirêj e li hember jinê êrîş hene û jin jî ji bo li dijî vê bibin bersiv di lêgerînê de bûne û wiha got: “Hîna navê wê tune bû lê rewşek wisa hebû. Di 8’ê Adarê de ji her derê jin daketin qadan û li dijî qirkirina jinan serî hildan. Em niha bang li hemû kesî dikin ku li dijî rejîma yekkesî bibin yek.   Ji Qada Parastina Jinan a Îzmîrê Gîzem Coşkun jî destnîşan kir ku avabûna ‘Jin bi hev re xurt in’ rêxistinbûna li dijî desthilatdariyê derxistiye holê û got: “Armanc ev e ku hê bêtir xwe rêxistin bikin. Em difikirin ku hem li herêmê hem li seranserê welat wê jin bandorek girîng bikin. Jin li dijî xespkirina mafên xwe bi bertek in. Hûn li ku dibin bibin bizanin ku ne tenê ne.”   Berdevka jinan a KESK’ê Dîlek Kanlibaş balkişand ser têkoşîna yekbûyî ya jinan û wiha pê de çû: “Hemû polîtîka bi mêjiyê mêran tên meşandin û li ser beden û nasnama jinê tên kirin. Em van hemûyan dizanin. Em dibêjin ku em xwedî li bedena xwe û keda xwe derdikevin, ji bo em êrîşan biçewisînin em ê her tiştî bikin. Em ê bi pêlek mezin a jinan van êrîşan vala derxînin.”