'Em ê rê nedin dagirkeran' 2018-12-28 09:02:19   Ronîda Hacî    HESEKÊ - Jina bi navê Şifa Sewan a ji Hesekê diyar kir ku ew ê Erdogan bi gefên xwe negihêje armanca xwe û wiha got:"Çi dibe bila bibe em di bin sîwana yekîtiyê de axa xwe biparêzin û rê nedin Erdogan."   Derbarê gefên Erdogan ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê de Şifa Sewan a ji Hesekê anî ziman ku ew amadene heta dawiyê xwe û axa xwe biparêze û wiha got:"Em ê bi îradeya xwe ya azad û bi hêza xwe ya mezin rê nedin dagirkeran."   'Em jî amade ne ku axa xwe û hebûna xwe biparêzin'   Şifayê wiha got:"Erdogan bi gefên xwe hemû gelên li Sûriyeyê hedef digire. Li dijî demokrasiyê şer dike û dixwaze wekî Efrînê hemû Rojavayê Kurdistanê dagir bike. Me wekî jinên Kurd rêya azadiyê hilbijartiye û em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em ji bo jiyanek bi rûmet bijîn em bi eşqa azadiyê tev digerin. Ji bo azadiyê û demokrasiyê gelek can feda bûn. Em jî amade ne ku axa xwe û hebûna xwe biparêzin."   'Em hemû bibin yek dê planên dijmin vala derkeve'   Şifayê herî dawî wiha got:"Çi dibe bila bibe em di bin sîwana yekîtiyê de axa xwe biparêzin û rê nedin Erdogan. Em ê bi îradeya xwe ya azad û bi hêza xwe ya mezin rê nedin dagirkeran. Em hemû bibin yek dê planên dijmin vala derkeve. Loma li dijî gefên Erdogan em hemû divê bibin yek. Yekîtiya gelan dê gef û êrîşên dagirkeran vala derxîne. Sîstema Rojava li ser wekheviya gelan û demokrasiyê ava bûye. Erdogan bi gef û êrîşên xwe demokrasî û wekheviya gelan hedef digire. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê derkeve."