Di lêpirsîna li dijî 170 navan de geşedanek balkêş 2018-12-27 14:23:25   NAVENDA NÛÇEYAN - Fermana îfade girtina lêpirsîna der barê 170 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend ên li dijî operasyona Efrînê derketibûn paş ve hat kişandin.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) û komên girêdayî wê yên di bin navê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de di meha çileya 2018’an de li dijî Kantona Efrînê operasyon dabûn destpêkirin. 170 siyasetmedar, rewşenbîr û hunermend gotibûn “Dê pirsgirêkên mezin û hilweşînê bi xwe re bîne” û ji parlamenterên wê demê re nameyek îmze kirin şandibûn. Gelek navdarên li Tirkiyeyê di nav kesên îmzeya wan di bin nameyê de hebû cih digirin. Hin navên cih digirin wiha ne: Fîkret Unlu, Bahattin Yucel, Ertugrul Gunay, Ertugrul Yalçinbayir, Ziya Halîs, Eşref Erdem, Zulfu Lîvanelî, Gulriz Sururî, Genco Erkal, Halî Ergun, Hasan Cemal, Ayşe Hur, Rakel Dînk, Lale Mansur, Suavî, Tarhan Erdem, Ufuk Uras.    Dozgerê Komarê yê Enqereyê Muhammed Akîf Ongun, piştî 11 meh di ser operasyonê re derbas bû der barê kesên name îmze kirine de lêpirsîn da destpêkirin. Dozger ferman da emniyetê û xwest kesên navê wan li bin nameyê heye û cihên lê rûdinên dozgerên wan bajaran îfadeyên kesan bi navê “gumanbar” bigirin.    Di çarçoveya vê fermanê de îfadeyên hin “gumanbaran” hat girtin. Di jêpirsînê de metnek di malperek nûçeyan de esas hat girtin û ji vê metnê pirsan kirin. Îfadeyên wek “Bila şer bisekine û bi PKK’ê re li hev bikin” derbasî girteka jêpirsînê kirin. Ev îfade ji nûçeya malperê hat girtin. Lê ev îfade di nameya bûye mijara lêpirsînê de nîne.    Piştî ku mijara lêpirsînê ket rojevê, dozgerê lêpirsînê birêve dibe Muhammed Akîf Ongun xwest fermana şandiye deverên din paş de bê kişandin.