Konferansa 1'emîn a Jinên Minbicê dest pê kir 2018-12-27 13:16:20   MINBIC - Li Minbicê Yekemîn Konferansa Meclisa Jinan a Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk in" dest pê kir.   Li bajarê Minbicê bi dirûşmeya "Jinên birêxistinkirî mîsogeriya Sûriyeke demokratîk in" yekemîn konferansa Meclisa Jinên Minbicê dest pê kir. Konferans li hola civînan a Meclisa Zagonsaz pêk hat. Şandeyên ji Meclisa Jinên Sûriyê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û bi sedan jinên bajarê Minbicê û gundewarên wê tev li konferansê bûne. Hola konferansê bi pankartên "Serdema 21`an dê bibe serdemê jinan”, “Îradeya me ji gefên we xurttir e” û “Bi yekitiya jinan yekitiya gelan dest pê dike" hate xemilandin. Beriya konferans dest pê bike dayik û hevjînin şehîdan find pê xistin.