Dê greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Kirikkale wergere ya bêdem û bêdorveger 2018-12-27 11:27:39   KIRIKKALE - Li Girtîgeha Kirikkale 12 girtî ji bo rakirina tecrîdkirina Abdullah Ocalan 29 roj e di greva birçîbûnê ya dorveger de bûn. Girtiyan ragihand ew ê di 28’ê kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin.    Li Girtîgeha Tîpa F a Kirikkale 12 girtiyên ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger dabûn dest pê kirin ji aliyê koma sêyemîn ve di roja 29’an de didome. Girtiyên di çalakiyê de bi rêya malbatên xwe ragihandin ew ê ji 28’ê kanûnê pê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger bikin. Malbatan got girtî di çalakiya xwe bi biryar in û banga hestiyariyê li raya giştî kirin.