Jinên Hesekê: Em ê bi dengekî hevpar li berxwe bidin 2018-12-27 09:16:05   Dîlber Mihemed-Lîlav Mihemed   SERÊKANIYÊ - Jinên Kantona Hesekê yên ku tevlî çalakiya konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê Sêrêkaniyê bûn gotin:"Dewleta tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe axa me dagir bike. Em ê bi dengekî hevpar li berxwe bidin."   Jinên Kantona Hesekê yên ku tevlî çalakiya konê çalakiya mertalên zindî ya li ser sînorê Sêrêkaniyê bûn gotin:"Em ê wekî gelê li Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê xwe biparêzin û çongê ji dijmin re  netewînin."   Zekiya Mihemed wiha got":Ez îro ji Hesekê hatime bajarê serêkaniyê li ber sînor di bin konê mertalê zindî de me û em miletê Rojava bi hemû pêkhateyên xwe tu car qebul nakin ku faşîstekî wekî Erdogan derbasî axa welatê me bibe. Em ê bi hemû hêza xwe li hemberî wî bisekinin. Em tu carî natirsin û heger ew êrîş bikin em ê vir bikin tirba wan."    'Em ji ser axa xwe naçin'   Her wiha dayika bi navê Hediya Mihemed wiha got:"Dewleta tirk çi dike bila bike ew ê nikaribe axa me dagir bike. Em ê bi dengekî hevpar li berxwe bidin.Em ê wekî gelê li Rojavayê Kurdistanê heta dawiyê xwe biparêzin û çongê ji dijmin re  netewînin. Ew ji ser axa xwe naçin. Ew bi tu êrîşan nikarin tirsê di dilê me de biafirînin. Bila ew bitirsin."