'Jin ji bo xwe perwerde bikin her têdikoşin' 2018-12-26 10:38:49   Civîn Husên   QAMIŞLO - Endama Rêveberiya Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star Rîhan Temo xebatê sala 2018'an a Komîteya Perwerdeyê nirxand. Rîhanê diyar kir ku xebatek di asta herî bilind de hat meşandin û bi hezaran jin hatin perwerdekirin.   Derbarê xebatên sala 2018'an yên Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star endama rêveberiya Komîteyê Rîhan Temo nirxandin kir. Rîhanê anî ziman ku jin di sala 2018'an heta niha ji bo perwerdeyê di nava têkoşînek mezin de ne û got:" Xebatên ku di sala 2018'an de hatin meşandin ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan û rola wan a di nava şoreşê de girîng bû. Ji bo bigihêjin hemû jinan em her di nava hewldanek mezin de bûn."   Di kongreyê de Kongreya Star pêvajoyek nû da destpêkirin   Rîhanê bal kişand li ser kongereya heftemîn a Kongreya Star û wiha got:" Di destpêka sala 2018'an de li gorî sîstema Kongreya Star wek komîte xebatên xwe me dan meşandin. Lê ji ber perwerde ji komîteyên herî giring ên Kongreya Star e, piştî kongreya heftemîn me xebatên xwe li ser asta kanton, navçe û bajarokan, ji komînan heta asta herêman meşand."   Têkoşîna me di sala 2018'an de bi ser ket   Rîhanê di berdewamiyê de wiha got:"Di sala 2018'an de em gihaştin armanca xwe. Çimkî bi hejmarek mezin jin hatin perwerdekirin. Di asta komîn û meclisên Kongreya Star de 6992 jin, ji bo jinên civakê û saziyan 18 dewre vekirî û girtî ku di nav de 500 jin hebûn, ji endamên mala jinê 1013 jin, hatin perwerdekirin. Her wiha jinên ku di saziyan de cih digrin her hefte perwerdeya xwe dîtin. Bi sedan jin hatin perwerdekirin, bi giştî 8541 jin di vê salê de hatin perwerdekirin."   Tevî hemû şert û mercan jin xwe perwerde dikin   Rêhanê wiha dewam kir:"Tevî hemû şert û mercên dijwar û tevî hemû gef û êrîşan jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê nebûn asteng li pêşiya jinan ku xwe perwerde bikin û xwe bi rêxistin bikin. Her wiha bêyî ku em cudatiyê têxin nava nîjadan, bi sedan jinên Ereb jî hatin perwerdekirin. Di çarçoveya fikra ku jin bikaribin xwe bi rêxistin bikin û bibin xwedî hêz de perwerde hat dayin. Li dijî zihniyeta baviksalarî xwerêxistinkirin girîng e."   Wê di sala 2019'an de mêr jî werin perwerdekirin   Rîhanê bi van gotinan dawî li axavtina xwe anî:" Ji bo sala 2019'an de planên me yên pir berfireh hene, têkoşîn û xebatê me di asteke bilindtir de dê were meşandin. Ji bo guhertin di nava civakê de çê bibe divê mêr jî bên perwerdekirin. Em hêvî dikin ku di sala nû de zêdetir jin bên perwerdekirin. Jin ji bo xwe perwerde bikin her têdikoşin."