Çeteleya şîdeta 2018’an: Di 11 mehan de 394 jin hatin qetilkirin 2018-12-26 09:05:14   Sibel Özalp-Hikmet Tunç    STENBOL/WAN - Sala borî 409 jin hatin qetilkirin û di 2018’an de jî li gorî daneyan di 11 mehan de 394 jin hatine qetilkirin û 269 jin jî rastî şîdeta zayendî ya mêran hatine. Aktîvîsta Serbixwe Songul Ozunver diyar kir ku di 2018’an de şîdet neqedyaye, teşe guheriye û wiha got: "Ceza nehatin dayîn, ji rewşa baş daxistin çêbûn, dîsa zewac pîroz hat dîtin, komeleyên jinan hatin girtin. Em jin jî wê li dijî şîdetê bêdeng nemînin û serî netewînin."   Li gorî daneyan di encama şîdeta mêr a rêxistinkirî de di 11 mehan de 394 jin hatin qetilkirin û 269 jin jî rastî şîdeta zayendî hatin. Li gorî daneyên me ji Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) û çapemeniyê, kom kirine, kuştinên jinan, êrîşên zayendî û îstîsmar seranserê salê zêde bûne.    Çile   Di meha Çileyê de 28 jin hatin qetilkirin, 34 rastî şîdetê hatin, 10 zarok hatin qetikirin, 147 zarok rastî îstîsmarê hatin. Ji sedî 54’ê jinan ji ber hincetên destberdan, redkirina hevdîtinê û her wekî din hatin qetilkirin ji sedî 18 jî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ji sedî 7'î jî întîxar kirin. Dîsa ji sedî 14 ji aliyê mêrên ku nas ve hatin qetilkirin. Her wiha di 2017’an de 387 zarok rastî îstîsmara zayendî hatibû û di meha çileyê ya 2018’an de 147 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin, 10 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin.   Bi zêdebûna şîdet, tacîz, tecawiz û kuştinên jinan re, têkoşîna jinan a li hemberî vê jî zêde bû. Jinan li kolanan bertekên xwe anîn ziman.   Sibat   Di meha sibatê de 47 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. 13 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan. 15 heb sedema mirina wan nehat tespîtkirin. 6 heb li Stenbol, 5 li Îzmîr, 3 li Kocaelî, 3 li Balikesîrê hatin qetilkirin. 21 li malê, 7 heb li kolanê, 3 heb di wesayîtê de, 2 heb li kargeriyê hatin qetilkirin. Cihê 7 heban jî nehat tespîtkirin.   Di meha Sibatê de her wiha 31 jin rastî şîdeta zayendî hatin.   Adar   Di meha Adarê de 25 jin hatin qetilkirin û li gorî nûçeyên çapemeniyê 269 zarok rastî îstîsmara zayendî hatine. 11 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Herî zêde li Stenbol, Antalya û Enqereyê qetilkirina jinan pêk hat.   Nîsan   Di meha Nîsanê de 30 jin hatin qetilkirin. 10 ji ber ku xwestin derbarê jiyana xwe de biryarên xwe bidin hatin qetilkirin. 5 heb sedemên wê nayê zanîn. 2 heb ji ber xwestin dest ji hevjîn berdin, 2 heb ji ber sedemên aborî û yek jî ji ber veqetînê hatin qetilkirin. Herî zêde li Stenbol, Edene, Dîlok û Kocaeliyê jin hatin qetilkirin.   3 jin di êrîşa mêran de bi giranî birîndar bûn. Di meha Nîsanê de 51 zarok rastî îsîsmara zayendî hatin. 26 heb li dibistanê, 10 heb li malê rastî îstîsmarê hatin.   Gulan   Di gulanê de 37 jin hatin qetilkirin, herî kêm 23 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin. 13 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan, 12 heb jî sedema mirina wan nehat tespîtkirin. Ji sedî 62 yê jinan ji aliyê mêrên ku nas dikirin ve hatin qetilkirin.   Hezîran   Di Hezîranê de 39 jin hatin qetilkirin. Sedema qetilkirina 18 jinan nehat tespîtkirin. 14 heb jî kujerên wan ne diyar in. Li Stenbolê 4 li Antalyayê 4, li Bursayê 3 li Îzmîrê 3 li Muglayê 3 jin hatin qetilkirin.   Li gorî nûçeyên çapemeniyê 24 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatine. 10 heb ji aliyê mêrên naskirî, 5 heb ji aliyê xizman ve, 4 ji aliyê mamosteyan ve yek ji aliyê patron ve, 4 heb ji aliyê kesên nas dikirin ve rastî îstîsmarê hatin. Ligel vê 22 jin jî rastî şîdeta zayendî hatin.   Tîrmeh   Di Tîrmehê de 37 jin hatin qetilkirin. Li Stenbolê 7, li Antalyayê 3 li Konyayê 3 û li Manîsayê jî 3 heb hatin qetilkirin. Ligel vê 433 zarok jî rastî îstîsmara zayendî hatin.   Tebax   Di Tebaxê de 41 jin hatin qetilkirin. 15 heb bi guman hatin qetilkirin. Her wiha herî zêde li Stenbolê jin hatin qetilkirin û hejmara li Stenbolê 8 bûn.   Ligel vê di meha Tebaxê de 2 jinên trans jî hatin qetilkirin. 22 jin rastî îstîsmara zayendî, 37 zarok rastî îstîsmara zayendî hatin.   Îlon    Di meha îlonê de hejmara jinên hat qetilkirin derket 45’an. 27 jin rastî êrîşa zayendî hatin.   Cotmeh    Di meha cotmehê de 34 jin hatin qetilkirin û 13 heb jê biguman derbasî qeydan bûn û sedema 7 jinan jî nehat zanîn. Di meha cotmehê de 14 jin rastî îstîsmara zayendî hatin.    Mijdar   Di meha Mijdarê de jî 31 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirina 7 heban bi guman bû. Ya 8 jinan jî sedema wan nehat zanîn. Êrîşên zayendî di vê mehê de jî berdewam kirin. 27 jin rastî êrîşa zayendî hatin. Lê hat diyarkirin ku hejmara rast zêdetir e.   Rayedarên hikûmetê jî di meha Mijdarê de yekem car derbarê kuştinên jinan de raporek weşandin û wezîrê karê hundur Suleyman Soylu diyar kir ku li gorî sala borî di 11 mehên 2018’an de kuştinên jinan ji sedî 22 kêm bûye. Lê li gorî daneyên KCDP’ê di 19 mehan de 652 jin hatine qetilkirin.   Aktîvîsta serbixwe Songul Ozunver diyar kir ku şîdet neqedyaye û tenê teşe guhertiye û wiha dewam kir: “Şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Dema em li seranserê Tirkiyeyê dinêrin em dibînin ku li her derê li ser jinê şîdet heye. Şîdet gihaştiye asta ku qetilkirinê. Jin herî zêde ji aliyên xizmên xwe ve rastî şîdetê tên Hevjîn, destgirtî, bira û bav.”   Songulê daxuyakirin ku sala 2018’an salek bi bûyerên şîdeta zayendî û îstîsmarkirina zarokan tije derbas bûye û bi taybet li bajarên cuda li pey hev zarokên keç winda bûne û piştî çend rojan mirî hatine dîtin, hinek di encama îstîsmarê de hatibûn qetilkirin.   ‘Bi dehan jinî jiyana xwe ji dest dan’   Songulê destnîşan kir ku her çiqas li Wanê derbarê şîdetê de dane neyên girtin jî îsal tenê bi dehan jin li wir hatine qetilkirin û di meha Gulan û Hezîranê de jinekê ji ber zextên malbatê întîxar kir, dîsa xwendekarek ciwan xwe darve kir. Songulê wiha got: “Dîsa xwendekarek lîse dixwend, çend roj şûnde cesedê wê li nêzî malê hat dîtin. Li kampusa YYU cesedê jinekê hat dîtin. Li Sixkê jinek 80 salî di encama şîdeta hevjînê xwe de jiyana xwe ji dest da. Li Qelqeliyê jinek ku pitika wê ya 5 mehî hebû întîxar kir. li Elkê hat qetilkirin. Li Ebexê jina 45 salî bi îdiaya întîxar kiriye mirî hat dîtin. Li Artemîtê hat îdiakirin ku jinek ciwan întîxar kiriye. Li Sixkê dîsa bûyerek întîxarê derket pêş. Li Erdîşê jinek 4 mehî ducanî hat birîndarkirin.”   Songulê daxuyakirin ku şîdet naqede tenê cureyê wê diguhere û girantir dibe û got bi tayet piştî girtina saziyên jinan şîdet bi awayekî dîtbarî zêde bûye. Songulê her wiha destnîşan kir ku KADEM a ji aliyê desthilatdariyê ve hatiye vekirin jî tevlî yek dozek jinê nebûye û bi lêv kir ku mixabin hemû saziyên li dijî şîdetê têkoşîn dane hatine girtin.”   ‘Divê dewlet dest ji gotinên zayendperest berde’   Songulê wiha berdewam kir: “Her sal şîdet zêde dibe. Divê ji bo çarseriyê polîtîkayek bi bandor hebe. Divê dewlet çareseriyê pêk bîne. Divê dewlet dest ji gotinên zayenperest berde. Pêngavên girîng bavêje. Jinek tê qetilkirin, her kes bêdeng dimîne. Lê em jin wê bêdeng nemînin û serî netewînin.”