ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-26 09:00:00   * Keça Osman Kaplan ê di komkujiya Roboskî de jiyana xwe ji dest da, Hulya ya 15 salî wiha got: “Gora bavê min nêzî me ye. Weke ku nemiriye. Em mezin bûn. Tiştên wê rojê me fêm nedikir, em niha fêm dikin. Lê dewletê hîna fêm nekiriye ku çi bike.” DÎMEN HEYE   *Jinên ji bo hilbijartinên herêmî serlêdana namzetiyê kirine, dora mulakata komîsyonên hilbijartinê dipên û diyar kirin ku HDP ji ber partiya jinê ye ji HDP’ê serlêdan kirine û got divê jin li dijî zîhiyeta qeyûm li dora HDP’ê xwe birêxistin bikin. DÎMEN HEYE   *Lîstika ‘Tartuffe’ ya Şanoya Bajarê Amedê ku li turneyê ye li Îzmîrê rastî eleqeyek mezin hat. Gelek hezkiriyên hunerê ku yekem car şanoya Kurdî temaşe kirin, dixwazin li Îzmîrê xebatên çand û hunerê yên bi zimanê Kurdî zêdetir bibin. DÎMEN HEYE   *Leyla Saraç li girtîgeha Bayburtê girtiye û wêneyên xêz kir wek ‘sûcê rêxistinê’ hat dîtin wiha got: “Gelek zext hene. Her tim ceza li me tên birîn. Xêzkirina wêneyan sûc tê dîtin.”   *Eylem Tîller a ji aliyê hevjînê xwe ve hat qetilkirin biryara rûniştina wê sibehê ye. Xwişka Eylemê Emîne Aslan diyar kir ku parêzer û saziyên jinan xwedî li wan dernakevin û wiha got: “Em jinên tên qetikirin jî wekhev xwedî lê dernakevin. Yekê dikin rojevê ya din nabînin. Ji edaletê bendewariya min tune ye. Em dizanin wê bê berdan.   *Sala borî 409 jin hatin qetilkirin û di 2018’an de jî li gorî daneyan di 11 mehan de 394 jin hatine qetilkirin û 269 jin jî rastî şîdeta zayendî ya mêran hatine. Aktîvîsta Serbixwe Songul Ozunver diyar kir ku di 2018’an de şîdet neqedyaye, teşe guheriye û wiha got: "Ceza nehatin dayîn, ji rewşa baş daxistin çêbûn, dîsa zewac pîroz hat dîtin, komeleyên jinan hatin girtin. Em jin jî wê li dijî şîdetê bêdeng nemînin û serî netewînin."