Meclisa Îştar: Hemû êrîşên li hemberî jinan polîtîk in 2018-12-25 17:05:45   MEXMÛR - Meclisa Îştar a Mexmûrê girêdayî bûyera Çemçemalê û kuştinên jinan tevahî daxuyaniyek da û got: “Li Başurê Kurdistanê di 16 Kanunê de jina bi navê sêwan Qadir li gel sê zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe li Çemçemalê hatin şewitandin. Ev kiryar û êrîşa hovane pêwîste bê hesap nemîne.”   Di derbarê qetilkirinên jinan tayîbetî jî bûyera li Çemçemalê de Meclisa Îştar a Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek nivîskî weşand û got ku divê êrîşên li ser jinan tên kirin divê hesabê wan bê pirsîn.   Daxuyanî wihaye: “Li hemberî faşîzma mêr mil bi mil bilindkirina tekoşînê yekane rêya azadiya jinê ye. Li seranserî cihanê rojane êdî wekî nuçeyên ji rêzê nuçeyên qetilkirina jinan tên tên pêşkêşkirin û li hemberî vê di asta huquqî û navneteweyî de tu hesap nayê pirsîn. Pergala desthilatdar ku xwe li ser keda jinê bi hêz dike, li kêleka êrîşên bedenî û giyanî her cure êrîşên fîzîkî jî pêk tîne û ji yên pêk tên re jî çavên xwe digire.”   Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hemû êrîşên li ser jinan polîtîkin û ev tişt hat gotin: “Hemu êrîşên li hemberî jinan poltîk in. Di xaka Mezopotamya warê xwedawendan de her roj jin tên qetilkirin, şewitandin, tecawuzkirin li dijî wan tundî tê kirin û jin weke amur tên dîtin.  Bi taybet li başurê Kurdistanê her roj jin rastî şidet û kuştinê tên, ya bi êş jî ji bo hemu kuştinan jî ropoşa xwe kuştinê tê bikaranîn. Ev qetilkirinên jinan bi piranî veşartî dimînin û bi vî rengî kujer bêyî ku hesap bidin dimînin. Ev dibe sedem ku yên di xefkê de ji vê cesaret bigrin. Buyera herî dawî hat jiyîn ji hezaran yeke ku deng vedide û raya giştî pê dihesîne.   'Em ji hemû jinan re sersaxiyê dixwazin'   Meclisa Îştar di berdewamiyê de bal kişand ser şewitandina jina bi navê Sêwan Qedir û ev tişt got: "Li Başurê Kurdistanê di 16 Kanunê de jina bi navê sêwan Qadir li gel sê zarokên xwe ji aliyê hevjînê xwe ve li Çemçemal hatin şewitandin. Ev kiryar û êrîşa hovane pêwîste bê hesap nemîne. Weke jinên  başurê Kurdistanê , tevgerên li jinan xwedî derdikevin û mafên jinan diparêzin divê li hemberî vê  bêdeng nemînin û tekoşînê bilintir bikin. Weke jin ji bo me ya ji nan û avê jî pêwîstir azadî ye, hêza berxwedanê rêxistine.  Di her qada jiyanê de pêwîst e em xwe bi rêxistin bikin,li hemberî kuştina jinan."    'Em ê projeya hevjiyana azad bikin jiyanê'   Meclisa Îştar a Jinan bi van gotinan dawî li daxuyaniya xwe anî: "Weke jinên penaber ên wargeha Mexmurê ku 25 sal in li hemberî hemu êrîş, tundî, dagirkerî