Jinên Ciwan: Em nikarin li dî tecrîdê bêdeng bimînin 2018-12-25 15:45:38   MEXMÛR – Jinên Ciwan ên tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bûn dan zanîn ku ji bo şikandina tecrîdê çî ji destê wan bê dê bikin.   Greva birçîbûnê ya li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr)  hat despêkirin di roja 10’emîn de bi serdanên heyetan û saziyên nava wargehê berdewam dike. Jinên Ciwan ên tevlî çalakiyê bûn diyar kirin ku heta encamekê bigirin ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.   Ji Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûrê Bêrîvan Tunç destnîşan kir ku ew nikarin li hemberî tecrîdê bêdeng bimînin û wiha domand: “Di serî de ez Leyla Guven slav dikim. Berxwedana Leylayê li her derê belav bûeye.  Ji bo em jî bibin parçeyek ji wê berxwedanê em ketin çalakiyê. Dijmin hewil dide vê berxwedanê bişkîne, lê bila baş bizanibe ku em ê her dem di nava çalakiyê de bin heta ku em encamê bigirin em ê nesekinin. Li hemberî tecrîda giran em ciwan nikarin bisekinin. Ez banga tevlîbûna çalakiyan li hemû ciwanan dikim.”   'Em ê di nava çalakiyan de bin'   Jina Ciwan Duniya Urper jî banga tevlîbûna çalakiyan li hemû ciwanan kir û wiha berdewam kir: “Em weke ciwanên Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li hemberî tecrîdê û rewşa heyî nikarin bêdeng bimînin, ji bo şikandina tecrîdê çî ji destê me bê em ê bikin. Divê gelê kurd Leyla Guven û çalakvanên din bitenê nehêle, bi tayîbetî jî ciwan divê nesekinin û tim di nava çalakiyan de bin. Di bin diruşma serî hîlde de pêwîste hemû ciwan rabin ser piyan.”   ‘Bi şerê nefsê em ê bi ser kevin’   Keder Tayboxa jî sedema tevlîbûna xwe ya çalakiyê wiha anî ziman: “Li ser navê xwendekarên zankoyê (Zanîngeh) yên Hewlêrê ez tevlî çalakiyê bûme. Di kesayeta Leyla Guven de ez hemû çalakvanan slav dikim û bejna xwe li ber vîna wan ditewînim. Rêberê me 20 sal in di tecrîdê de ye, em weke ciwan êdî nikarin vê bipejirînin ji ber wê jî em ê nesekinin. Ji bo azadiya Rêberê me çî bê xwestin em ê bikin. Çî bikin bila bikin nikarin di aliyê ramanî de Rêberê me tecrîd bikin û wê ji niha û şonde jî nikaribin. Em hêzê ji Leyla Guven digirin. Ya herî giring ew e ku em bikarin şerê nefsê bikin û bi vîna xwe bi ser kevin .”    Hevseroka Tevgera Ciwanên Mexmûrê Nûdem Yaman jî got: “Ez lî ser navê Tevgera Jinên Ciwanên Wargeha Mexmûrê ketime çalakiyê. Bi boneya piştevaniya Leyla Guven em jî ketin çalakiyê. Heta ku em agahiyekê ji Rêberê xwe negirin em ê çalakiyên xwe berdewam bikin. Wê gelê kurd bi hêvî û berxwedana xwe ya li her dere dayî despêkirin bi ser keve. Em ê heya dilopa xwîna xwe ya dawî dest ji berxwedanê bernadin.”