Suryaniyan li Mêrdînê “Cejna Yaldo(Zayîn)” pîroz kirin 2018-12-25 12:29:41   MÊRDÎN -  Suryaniyên ku li Mêrdînê dijîn “Cejna Yaldo” ya ku zayîna Hz. Îsa nîşan dide bi awayekî bi coş pîroz kirin.     25’ê Kanûnê ya ku yekem cejna Xirîstiyana ye û Cejna Yoldo ya ku zayîna Hz. Îsa nîşan dide li Dêr a Kirklar a ku li Mêrdîna Kevn e ji aliyê Suryaniyan hat pîroz kirin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebru Gunay, endam û rêvebirên HDP û DBP’ê yên navendê, STK û gelek welatî tevlî pîrozbahiya cejnê bûn.   Di ayînê de  ji bo agirê ku şivanan pêxistiye û sembola zayîna Hz. Îsa nîşan bidin di nava tebliqê de dar bi cih kirin. Piştre li dora agir zivirîn û îlahî xwendin. Piştî ayînê jinan lîrandin.