Ciwanên herêma Firatê li dijî gefan meşiyan 2018-12-25 09:18:09   KOBANÊ - Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî gefên dewleta tirk li Kobanê daket qadan û bi meşaleyan meşiyan.    Bi sedan ciwan û jinên ciwan yên herêma Firatê bi pêşengiyaTevgera Ciwanên Şoreşger li navena Ciwanan ya Kantona Kobanê kom bûn. Ciwanan pankartên  binivîsa 'Ji bo azadiya rêber Apo serîhildin', 'Di şexsê Leyla Guven de em berxwedana zindanan silav dikin' û 'Serî hilidin', alênTegeraciwanan û yekîtiya Jinên Ciwan hilgirtin.   Ciwanan meşa xwe ji cem navendê bi berzkirina diruşmên 'Faşîzim Erdogan', 'li dijî kiryarên dewleta Tirk serî hilde' dest pê kirin. Meş di nava kolanên bajar de dewan kir û li qada jina azad rawestiye.   Paşê ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyek rêzgirtin hat girtin. Bi navê Tevgera Ciwanên Şoreşger Rodîn Kobanê wiha axivî: "Em li ser axa xwe ne, ji bo vê jî em ê nehêlin ku ne dewleta Tirk û ne jî dewletên din derbasî axa me bibin. Weke ciwanên şoreşger em ê tu carî rê nedin dagirkirin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê şer bikin û li dijî dagirkeriyê serî hildin."   Meş li qada jina azad bi dirûşma "Berxwedan jiyan e","Serî hilde","Bê Serok jiyan nabe","Ji dagirkeriyê re na" bi dawî bû.