Sevkan: Emniyeta Meletê mêr diparêze 2018-12-25 09:06:53   MELETÎ - Sevka G. ya rastî şîdeta sîstematîk hat diyar kir ku , tevî ku Ozkan O. yê bi dehan carî hewl da wê bikuje, kargeriya wê şewitan, malbata wê tehdîd kir jî, polîsan tu tedbîr negirtiye. Sevkanê wiha got: “Emniyeta Meletê mêr diparêze. Ozkan dîsa serbest e, dîsa bi çek e, dîsa tehdîdên mirinê dike. Êdî bes e, gelo kesê dengê min bibîhize tune ye?”   Sevkan G. ya ku bi dehan carî ji ajansa me JINNEWS’ê re axivî, yek ji hezaran jinên ji şîdeta sîstematîk li ser piyan ma ye. Sevkan ji hemû jinan ku yekane hêviya wê ye, piştgiriyê dipê. Sevkan diyar dike ku tevî ku bi dehan carî Ozkan O gilî kiriye jî hîna tehdîdên mirinê digire û bi lêv kir ku du roj berê Ozkan O di têketina otoparqê de gule bi ser dê û bavê wê de reşandiye.   Sevkanê di dawiya axaftina xwe de bertek nîşanî rewşê da û her wiha daxuyakirin ku Emniyeta Meletiyê şîdeta ku lê wê tê kirin ji nedîtîve tê.    Sevkanê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Emniyeta Meletê mêr diparêze. Ozkan dîsa serbest e. Dîsa bi çekê digere. Hîna jî tehdîdên wî yên mirinê didomin. Êdî bes e. Gelo kesê dengê min bibîhîze tune ye? Tenê hêviya min ji piştgiriya jinan heye. Daxwaza min ev e ku jin piştgiriyê bidin min.”