Çalakvanên gereva birçîbûnê meşiyan 2018-12-24 17:17:31   HESEKÊ- Çalakvanên Konê Girava birçîbûnê ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocelan û piştgirya çalakiya Perlementera HDP’ê Leyla Goven a li dijî tecrîdê li dar xist ketin grevê bi meşekê çakakiya xwe bi dawî kirin.   Doh li bajarê Hesekê di pêşengiya Kongreya Star û partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), de konê gereva birçîbûnê hat vedan û ji 300 kesî zêdetir bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan û piştevaniya bi çalakiya gereva birçîbûnê Hevseroka Kongereya Civakên Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê daye destpêkirin dest bi grevê kiribûn. Çalakvanên ku dest bi grev kirin  îro ji taxa Mişêrfê di nava kolanên bajêr de  heta Çerxerêya Şehîd Delîl meşiyan. Meş piştre veguherî mîtîngê.   Piştî deqeyek Rêzgirtinê li ser navê Kongreya Star û Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) daxuyanî hat dayîn.  Daxuyanî ji aliyê Endamê PYD'ê Hisên Sîno ve hat xwendin.    Daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrîdê û wiha hat gotin: “Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîdek li dijî mirovahiyê ye ,li dijî hebûna gel bi hemû pêkhateyên xwe ye. Em bêdengiya dewletên navneteweyî û rêxistoinên mafên mirovan şermezar dikin ku îro roj rêberekî ji bo azadiya gelê herêmê di zinadan de ye.  Herwiha di heman demê de em berxwedana zindanan silav dikin û em dibêjin ku her em ê di nava têkoşînê de bin heta ku em bighêjin azadiya rêber Apo û wî azad bikin. “   Piştî axaftinan çalakiya grevê ya konê bajarê Hesekê bi dawî bû. Li gorî agahiyan dê sibe li navçeya Şedadê konê gereva Birçîbûnê were vedan.