Ji bo doza Leyla Guven û Çîçek Otlu banga tevlibûnê 2018-12-24 15:45:05   AMED - Ji bo tevlîbûna danişîna doza Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu û Hevseroka KCD’ê û Parlamentera DHP'ê Leyla Guven ku wê di rojên pêş de bên dîtin banga tevlibûnê hat kirin.     Rêxistina Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) ya Amedê, derbarê danişîna Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu ya sibe li Edliya Çaglayana Stenbolê bê dîtin de, li avahiya partiyê civîna çepemeniyê lidar xist. Parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dersîm Dag, Salîha Aydenîz, Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Amedê Fîlîz Bûlûttekîn, Hevserokên DBP’ê yên Amedê Naşîde Toprak û Îbrahîm Çîçek beşdarî daxuyaniyê bûn.    'Darizandin dijhiqûqî ye'   Endama MYK’a ESP’ê ya Amedê Denîz Aktaş, di civînê de axivî û bal kişand ser darizandina bê hiqûqî ya Seroka Giştî ya ESP’ê Çîçek Otlu. Denîz, diyar kir ku bi delîlên derew û bi awayekê bêhiqûqî seroka me tê girtin. Denîz da zanîn ku ev darizandin ne hiqûqî, siyasî ye û wiha got: “Dixwazin bi parvekirinên medya civakî û beşdarbûna merasîmên cenazeyên şereşgeran, wan sûcdar bikin. Ji ber van sedeman Çîçek Otlu sal û nîvek girtiye. Yek ji şoreşgerên welatparêz ên di hedefa rejîma Qesrê deye, Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven e. Em bang li hemû kesan dikin ku sibe beşdarî danişîna doza Seroka me ya Giştî Çîçek Otlu û danişan Leyla Guven a dê di 26’ê Kanûnê de bê dîtin bibin.”    'Tirkiye bûye girtîgeha servekirî'   Parlementera HDP’ê ya Amedê Salîha Aydenîz jî axaftinek kurd kir û wiha got: “Tirkiye veguheriye girtîgehek servekirî. Li dijî tifaqa faşîzmê, dê kesên li ber xwe didin û çongên xwe danaynin erdê qezenc bikin.”